kl:10,47 01|05|2012 Sawtalkurd
Hêjayan serokatiya Encumena niṣtimanî ya Kurdî li Sûrî,
Hêjayan endamên komîteya amadekar ya Encumena niṣtimanî ya kurdî li Ewrupa,
Yê me, em wek Encumena Êzdiyên Sûrî di wê baweriyê de ne, ku di vê dema pir nazik û hestedar de a ku Sûrî bi tayîbet û rojhilata navîn bi giṣtî tê re derbas dibe, li ser me wek Kurd ferz dike ku em bi zûtirîn dem hêza xwe bikin yek, û bi yek deng û rengî di ber pirsa xwe ya netewî de kar bikin.
Li ser vê bingeh û pêla netewî em wek berpirsiyarên beṣekî bingehîn ji miletê Kurd li Sûrî tev hev digerin, ji ber ku hêz û hebûna me wek Kurd di yekîtiya me de ye.
Lê mixabin ku îro roj û piṣtî derbasbûna bêtir ji salekê li ser ṣûreṣa rûmet û azadiyê ya Sûrî re, ku hîna em Kurd tert û belane, û ji bo ҫareseriya pirsa Kurdî li Sûrî ne xwedî helwestek netewî yekgirtî ne?
Mirov dikare vê berbelavbûna Kurdî di qada siyaset û têkoṣîna rojane de, di gelek cî û waran de bipelîne.
Me di destpêka damezrandina Encumena Êzdiyên Sûrî de, di 05.11.2011 an de, biryar da ku em parҫeyek in ji tevgera siyasî ya Kurdî li Sûrî û em ê ji devayî refê Kurdaweriyê tu kar û xebatan nekin û têkilî tu Șepûl û aliyên muxalefetê nebin.
Tevî ku me têkiliyên berfereh û li ser asteka pir bilind bi serokatiya tevgera xwe ya siyasî re li hundir û ji dervayî welat re jî kirin, ku wan jî ҫi bi devikî û ҫi bi nivîskî kêfxweṣî û serbilindiya xwe ji bo damezrandina Encumena me dan diyar kirin, û soz dan ku wê me piṣtguh nekin, û wê her timî rêzê li vê xebat û hebûna me wek nûnerên Kurdên Êzdî li Sûrî bigrin.
Lê mixabin ku ew soz û dilsozî tenê man gotinên li hewa??
Di têkiliya me ya herî dawî de bi Encumena niṣtimanî ya Kurdî li Sûrî re, ji me re gotin ku wê nûnerekî me bi rengekî fermî beṣdarî civîn û ҫalakiyên encumena niṣtimanî ya Kurdî li Sûrî bibe, lê tiṣtê ku qewimî bi qalik û naveroka xwe ve berûvajî vê sozê bû.
Encumena niṣtimanî ya Kurdî di 15.04.2012 an de li bajarê Bielefeld/Elmaniya civînek lidarxistin bêyî ku me agahdar bikin û me vexwendî civînê bikin??
Encumena niṣtimanî ya Kurdî di 22.04.2012 an de li bajar Essen/Elmaniya civînek lidarxistin bêyî ku me agahdar bikin û me vexwendî civînê bikin??
Encumena Êzdiyên Sûrî di gelek civîn û kongireyên Hevrikiya Sûrî de beṣdar bû, lê wekî ku me li jor anî ziman, tevî ku me dikarî bû ciyê xwe yê rewa di rêza wê hevrikiyê de bigirta jî, lê em tevlî tu aliyan nebûn, û me di daxuyaniyeka ҫapemeniyê de diyar kir ku em bêyî Tevegra siyasî ya Kurdî tu biryaran bi serê xwe nedin.
Em wek Encumena Êzdiyên Sûrî vê piṣtguhkirin û nijadperestiyê, vê danûstandina ne kurdawerî a ku Encumena niṣtimanî ya Kurdî li Sûrî li himber me bikartîne ṣermezar dikin, em hem wek Êzdî wek parҫeyekî bingehîn ji miletê Kurd û hem wek rêxistin, wek nûnerên beṣekî ji civaka Kurd, Xwe wek xwediyên Kurd û Kurdistanê dibîn in, û em ê tu carî rê nedin xwediyên nerînên teng û nijadperest ku ziyanê bighînin gewdê Kurdaweriyê.
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî têkoṣîna gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûnê
Komîteya ragihandinê ya Encumena Êzdiyên Sûrî
Elmaniya 29.04.12