F Yakoub :
Qîra reş
Di herikî li binya gund
Simbilên zer mîna
Di herikî li binya gund
Simbilên zer mîna
Pêlên deriya di hejiya
Mîna golek zêrîn
Guleyên bi xwîn
Bi rengê sor û mor
Di nav leşê min da
Di vekirin birînên evîna te
Tîrêjên rojê li ser bîbûna
Bê av mayî melûl di bûn
Helbesta min jî ne di hat
Ne di karî rengê heşîn
Bînê li ber çavên te
Li bîra te bînê awaza
Bilora azadiyê
Qoma li ber avê
Ne di bo toz vê carê
Li ber çemê dicle û ferat
Berav vê carê dûrî mine
Sînorên tiliyên min mane bê dawî
Di gerin li peytextên (azadî xwazan)
Li heviya roja barana bê ewir !
Îro di xwazim vê helbestê bibim dawî
Li te bigirim hawîr dor, pirsên dilê xwe
Ji te bikim , ji te bi herikînim ava
Golên pingav , were deriyê vî dilî vek
Têda tê bibînê gelê min
Têda tê bibînê rûkên karr xezalên
Bê mirad mayîn
Salên dawî ji vê jiyana bê rûmet
Hê bi dawî nebûne
Rêveçûna li ser avê
Şûna piyan nadê xuya kirin
Başe kû tu gavên xwe li ser
Berfê bavêjê
Ji ber kû berf derewa nake
Mîna evîna ji dil bê vir
Xwîna xwe bişû ji destê dijmin
Li ser riyên bê dawî ne meş
Ji ber kû dil pakî ango (ahmaqî)
Li binya gund hê diherikê
Qîra reş, û tu ji nêvza devê te beş
Çav li ber dest , êdî nemane hest
Were vê findê vêx ji birînên
Gulên vê bihara bê reng mayî
Ji berî kû mêş werin bixun
Ji vê birîna bê derman mayî
Li bin siha vê dara bê pel
Xwe bi parêz ji germa havînê
Bîne bîra min sînorên tiliyên min
Qetên nanê hişk û kaniyên bê av mayîn
Were bêje na ji diziya nanê xwe ra
Ji herikandina qîra reş ra
Ji diziya simbilên zêrîn ra
Ji ronê zeytûnên me ra.
Bayê vê sibehê bêhna bax
Û zozanên te li min di kir diyarî
Ev leşê bê giyan dîsa di kir jiyan
Roja sor carek dî wê bibê hilat
Gula min û te emê bikin xelat
Simbilên zêrîn û qîra reş
Her tim bimînin ji bo welat
Were kûr di nav xwîna minda
Xwe biçîn şaxê xwe vede
Ev ne dema gazind û loma ye
Li ser pehnaya welat bikin
Pêlên deriya bila biherikin
Av ji golên kerr û pingav
Li ser rû ye gulên me carek
Dî bê xuya ew xunav
Tu wî evîn û evîndar
Kengî wê bibê diyar
Kengî wê bibê diyar
Kengî wê bibê diyar
Mîna golek zêrîn
Guleyên bi xwîn
Bi rengê sor û mor
Di nav leşê min da
Di vekirin birînên evîna te
Tîrêjên rojê li ser bîbûna
Bê av mayî melûl di bûn
Helbesta min jî ne di hat
Ne di karî rengê heşîn
Bînê li ber çavên te
Li bîra te bînê awaza
Bilora azadiyê
Qoma li ber avê
Ne di bo toz vê carê
Li ber çemê dicle û ferat
Berav vê carê dûrî mine
Sînorên tiliyên min mane bê dawî
Di gerin li peytextên (azadî xwazan)
Li heviya roja barana bê ewir !
Îro di xwazim vê helbestê bibim dawî
Li te bigirim hawîr dor, pirsên dilê xwe
Ji te bikim , ji te bi herikînim ava
Golên pingav , were deriyê vî dilî vek
Têda tê bibînê gelê min
Têda tê bibînê rûkên karr xezalên
Bê mirad mayîn
Salên dawî ji vê jiyana bê rûmet
Hê bi dawî nebûne
Rêveçûna li ser avê
Şûna piyan nadê xuya kirin
Başe kû tu gavên xwe li ser
Berfê bavêjê
Ji ber kû berf derewa nake
Mîna evîna ji dil bê vir
Xwîna xwe bişû ji destê dijmin
Li ser riyên bê dawî ne meş
Ji ber kû dil pakî ango (ahmaqî)
Li binya gund hê diherikê
Qîra reş, û tu ji nêvza devê te beş
Çav li ber dest , êdî nemane hest
Were vê findê vêx ji birînên
Gulên vê bihara bê reng mayî
Ji berî kû mêş werin bixun
Ji vê birîna bê derman mayî
Li bin siha vê dara bê pel
Xwe bi parêz ji germa havînê
Bîne bîra min sînorên tiliyên min
Qetên nanê hişk û kaniyên bê av mayîn
Were bêje na ji diziya nanê xwe ra
Ji herikandina qîra reş ra
Ji diziya simbilên zêrîn ra
Ji ronê zeytûnên me ra.
Bayê vê sibehê bêhna bax
Û zozanên te li min di kir diyarî
Ev leşê bê giyan dîsa di kir jiyan
Roja sor carek dî wê bibê hilat
Gula min û te emê bikin xelat
Simbilên zêrîn û qîra reş
Her tim bimînin ji bo welat
Were kûr di nav xwîna minda
Xwe biçîn şaxê xwe vede
Ev ne dema gazind û loma ye
Li ser pehnaya welat bikin
Pêlên deriya bila biherikin
Av ji golên kerr û pingav
Li ser rû ye gulên me carek
Dî bê xuya ew xunav
Tu wî evîn û evîndar
Kengî wê bibê diyar
Kengî wê bibê diyar
Kengî wê bibê diyar
02-04-2012
F Yakoub






