Dr. Xelîl Mihemed cansaxî ji serok Mam Celel re xwest


Dr. Xelîl Mihemed :

Piştî vegera serokkomarê Êraqê serok Celal Talebanî ji Almaniyayê ku bi armanca dermankirin û neştergeriya canê xwe serdana wî welatî kiribû, kesayetiya navdar û siyasetvanê dêrîn yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Xelîl Mihemed Ebdula ku yek ji endamên damezrênerê yekemîn yê tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, nameyek taybet ji bo lêpirsîna tendirûstî û cansaxiya serok Mam Celal arasteya serok Talebanî kir, ji ber girîngiya wê nameyê, me jî xwest ku deqa wê nameyê ji xwendevanên PUKmedia`yê re û ji gelê Kurd bi giştî re belav bikin.
Ev jî deqa wê nameyê ye:

“Bira û rêhevalê rêzdar

Serokkomarê  Êraqa federal rêzdar serok Mam Celal


Silaveke gerim ji te re


Min nûçeya serdana cenabê te ji newxweşxaneyê li Almaniyayê re bîst, nîgeraniyeke mezin ji me tevahiyan re çêkir, lê piştî ku neştergeriya we bi serkeftî derbas bû, dilê me hemûyan xweş û geştir kir.

Cenabê  rê heval û serokkomarê Êraqa Federal birayê min yê hêja serok Mam Celal, ev demeke dûr û dirêj ku em bihev re di nava xebata nîştmanî Kurdî de bûn, lê ji ber helûmercan em ji hev durûne, ji ber wê jî ez bi hêvî me ku hûn peyame min yê derbarê cansaxî û rewşa tendirûstiya xwe, bibe bi pira berdewamiya peywendiyên me yên biratiya dêrîn di xizmeta berjewendiyên netewî de bin.

Cenabê rêhevalê hêja Mam Celal, ez kar û xebata we dişopînim û gelek geşbînim bi rola we, di birêvebirina Êraqê de û bihêminkirina alozî û kêşeyan. Her weha mezintiya we di serkeftina karê xebata we rola we ya berv di jihevnêzkirina aliyên nakokdar de, xwe nîşan dike ku îro we hîşt gelê Kurd di Êraqê de, bibe xwedî rol û hêzeke mezin, ev jî, ji rastiya
pakbûn û rewabûna tekoşîna we ye.

Îro em wek gelê Kurd, bi asta xebata we serbilind û serfiraz in, giringî û mezintiya rola kesayetiya we, rewabûna doza gelê me nîşan dide, serkeftina we, serfiraziya tevahiya gelê Kurd e. Ji bo wê yekê, em bi hêvî ne ku cenabê te tendirûstiya xwe biparêze, ji ber ku hebûna keseyatiya te di vê qonaxa hestyar de, pêwîstiyeke dîrokî ye, hem ji bo pêşxistina doza gelê me û hem ji bo aloziyên Êraqa federal ye.
Bê guman îro hem Êraqa federal û hem jî Herêma Kurdistanê û gelê Kurd gelemberî pêwîstî bi rola û rêbertiya we ya dîrokî heye.
 Vegera te ji Almaniyayê û serketina neştergeriya te, dilê me rihet û xweş kir, ji bo wê yekê, ez careke din ji te re cansaxiyeke baştir û temeneke dirêj dixwazim û her dem serfiraz bin û bimîne di xêr û xweşiyê de.”

Birayê we yê dilsoz

Xelîl Mihemed Ebdula

Endamê damezrênerê yekemîn partiya Kurdî li Kurdistana Sûriye, sala 1957`an ji bajarê Efrînê û gundê Keferdelê jorîne, niha li welatê Emrîkayê digel lawê xwe yê bi navê Rewşen ku di qonaxa bi destxistina diktora di zanistên siyasî de ye.

Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê
31-01-2012

PUKmedia



أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر