Ehmedê Yûsif : Çîroka Televizyûneke Kurdî


Ehmedê Yûsif :

Cara yekemîn bû gava ku xerbeliqek li ber deriyê cîranê me li bajarê Helebê çêbûbû, zarokekî  bankir : were were!! Ma  ti caran te fîlmê karton bi zimanê Kurdî  dîtiye?
Belê! Ew bûyer di buhara 1995 an de bû, gava ku yekem car zarokên me kurdîtiya xwe di televîzyonê  de dîtibûn, û gelê me bi dehan diçûn cem hev ku nûçeyên kurdî bi zimanê kurdî temaşe bikin. gavek mezin û bê hempa bû, hîngê tevgera azadiyê deriyek ji ronahî li ser gelê kurd vekir. Bi vekirina MED-TV hemû derew û lîstokên dijmin hatin eşkerekirin, û MED-TV bû sembûla çapemenî û ragihandina azad, û bû dengê gelê kurd li hemû cîhanê. Lê çavsoriya dijmin ev gav wek hilweşandinekê di hundur xwe de nirxand, ji ber ku MED- TV hemû rûpoşên qirêjiyê û kiryarên hovane yên dijminên gelê kurd weşandin. Lewre dewleta tirk ev TV ji xwe re kir armanc ku bi çi awayî dibe bila bibe divê were girtin, ji ber vê yekê hemû zoriya xwe da ser Îngiltera yê û di buhara 1999 an de ekranê MED-TV hate reş kirin, lê gelê kurd ê ku fêrî ronahiyê bûye nema dikare di tariyê de bimîne, ji ber vê, gelê kurd xwedî li dengê xwe yê azad derket û di heman salê de -1999 an -televîzyona MEDYA-TV vê care ji Fransa yê roniya xwe da ser hêviyên gelê kurd, lê dîsa dijmin bi wê nekir û gelek hewildan kir ku MEDYA-TV bê reşkirin, û ev hewildanên kirêt yên dijminê gelê me pênc salan berxwe da, ta ku di 2004 an de ev TV jî hate girtin, îcar ROJ ji Danmarkayê hilhat, û weşana rastiyê berdewam kir, û parastina xwe ya rewa da meşandin li hember asîmlekirina çand û zimanê kurdî û li hember bişavtina netewa kurd. Îro ROJ TV jî pêrgî xefkên neyaran hat; piştî gelek hewildanan, û piştî gelek êrîşan. Li dadgehê; erdoxanê kîmyasal nikarîbû tiştekî bikê, û nikarîbû lîsansa roj bikişanda ji ber ku dadgeha Danmarka yê rêbazên xwe ên demokrat bi kar anî, lewre dewleta tirk berê xwe da kompaniyên ku ROJ TV diweşînin û bi hin soz û peymanên qirêj weşana ROJ ê dan rawestandin, û niha tenê Înternêt mayî ku ROJ her sibeh jê hiltê, ku erdoxan karibê wê înternêtê jî li cîhanê hakbike ji bo tarîkirina  ROJê, lê dîsa jî bi sedhezaran gelê me bînerên ROJ TV ne.
Ev çîrok belkî hemû dizanin, lê tiştê ku pêwîste bê zanîn ewe ku tarîkirina televîzyonên me tê wateye veşartina kiryarên qirêj, û nuxmandina siyasetên kuştin û windakirin û binçavkirinê, ji ber ku tenê ROJ TV -belê ew tenê- rûyê rastiyê dide xuyakirin, lewre bi qasî  ku ew nîşana çapemenî û ragihandina azad e, ewqas jî zor û êrîş li ser têne kirin.
Lê dîsa jî gelê me bi despan û îsrar e, heya ku gel xwedî li nirxên xwe derdikeve; wê her tava rojê li ezmanê Kurdistan û cîhanê şewq bide, û ev ne ezmûna yekem e, dijmin Med-tv girt lê Medya û Mezopotamya-tv hatin vekirin, wan Medya-tv girt lê Roj û Newroz-tv hatin vekirin, xwestin Rojê tarî bikin lê Ronahî amadebû ku gel nemîne di tariyê de.
Belkî hinek bêjin ma ji bilî van ti televizyonên kurdî nînin ku gel wê di tariyê de bimîne? Lê ew bi xwe jî dizanin ku televizyona êşa gel parvedike, û zordariya dijmin li ser kurda eşkeredike, ew her cihê şanaziyê û nirxa bilind e. ne tenê di nav gelê Kurd de; lê di nava gelên cihanê de jî, û wek ̓u tê zanîn ROJ TV weke televizyoneke kurdî ji aliyê gelek  profesorên zagon û siyasetê û  ji aliyê serokê rahibên Başûrê Afrika Dîzmond Toto (ê xelata Nobil ê wergirtî); ji aliyê van ve ROJ TV ji bo xelata aştiyê a Nobilê ya 2011 an hate pêşkêşkirin.eger van kesên biyan ROJ TV wisa nirxandin; gelo ma Kurd divê çawa bibirxînin !?   
Belkî hêviya min ewbû ku tenê daxuyaniyek an gotineke şermezarkirinê ji bo piştgiriya ROJtv bihata belavkirin û li binê wê îmzeyên 20 televizyonên kurdî bihata dîtin, ez nabêjim bila her televizyoneke kurdî ekranê xwe tenê yek xulekê reşbikira wek piştgirî, lê herî kêm di nûçeyên xwe de tenê xulekek jê re bihata veqetandin.
Û belkî jî hêviya min ewbû ku tenê belavokek  şermezarkirinê ( ji bo şermkirinê ) li ser înternêtê bihata weşandin û di binî de navên 100 rewşenbîn û ronakbîr û nivîskar û gotarnivîs û rapornivîsî  bihata dîtin, hîngê mirov dizane ku çendî em xwedanê ( xwediyê ) gelê xwe ne; xwedanê nirxên xwe ne, û hîngê mirov dizane ku bi çi awayî dibe bila bibe gelê me êdî di tariyê de namîne. 

 

Ehmedê Yûsif
Danîmarka
25/1/2012






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر