Daxuyaniyek ji raya giştî re

kl:21,00 03|2012 Sawtalkurd



Beriya hevdîtina Desteya Çavdêran hin girtiyên kurd bi hêviya berdanê ji Zindana Navendî ya Hisiçayê ketine gireveke birçîbûnê ya vekirî
Bi dema serdana Desteya Çavdêrên Ereb ji Sûriyê re, ya ku li gorî protokola di navbera desthilatdariya Sûriyê û Kombenda Komarên Ereb de hatiye navişkirin, ku çavdêriyê li rewşa bajarok û bajarên Sûriyê bike, hêzên ewlekariya Sûriyê û artêşa sûrî ya fermî karên kuştin, teror û binçavkirinê li seranserî welêt berdewam dikin.
Hejmara girtiyan di zindanên rêjîmê de bi hezaran e, ji bilî sedên girtiyan, yên ku ji beriya çend salan ve hatine binçavkirin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetvan û kesine din pêrgî kampaniyayên binçavkirinê yên bê sedem û biryar hatin û di encamê de hemû di bin sîwana Yasaya Rewşa Awarte û Yasayên Leşkerî de bi şêweyekî ne yasayî û rewayî hatin sezakirin.
Bi berdewamiya kampaniyayên girtinê ji hêla rêjîma ewlekar ve Tevgera Ciwan Kurd bihîst, ku hin girtiyên kurd ên kevn di Zindana Navendî ya Hisiçayê de, ku sezayên wan ji 4-25 salan e, dest bi gireveke birçîbûnê ya vekirî kirine, da ku hevdîtinekê bi Desteya Çavdêran a girêdayî Kombenda Komarên Ereb re pêk bînin, bi hêviya ku hêzên ewlekar wan serbest berdin, ji ber ku girtina wa bi şêweyekî ne yasayî pêk hati bû. Ji wan girtiyan:
1-      Muzir Iskan Ehmed.
2-      Salih Temo.
3-      Nasir Mihemed.
4-      Rayid Elî.
Em di Tevgera Ciwanên Kurd de bangê li hemû rêxistinên mafnas û mirovane yên navnetewî û Encûmena Mafên Mirov ya Netewên Yekgirtî UNO dikin, ku biryarine lezok bistînin, da ku sînorek ji kiryarên rêjîma Sûriyê, ji kuştin, teror û binçavkirinê re bê danîn, ji ber ku ev kiryar rêmanên mafên mirov û rewayiya navnetewî binpê dikin. Herwiha em bangê li Raspêrê Giştî yê Kombenda Komarên Ereb û hemû rêxistin û desteyên mafnas ên girêdayî wê dikin, ku zextan li Desteya Çavdêrên Ereb bikin û wê bişînin Zindana Navendî li bajarê Hisiçayê, da ku hevdîtinekê bi girtiyên kurd ên girevdar re pêk bîne, da ku zûtirîn dem de bêne berdan.
Tevgera Ciwanên Kurd
02.01.2012






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر