F Yakoub :
Bê te ez mame tenê bome wek dara bê av
Gul û beybon çilmisîn ji wa naye bêhna gulav
Ez bome tayekî qels weke tayê xav
Bê dîtina te jîn nîne hercar û hergav
Jiyan li min tehil boye tehle wek zirav
Ji axîna dîtina te êş dide dil û hinav
Ji ahînê bê çare me ev dil maye bê lixav
Li ser rê winda me nema nasdikim hindav
Li ser rêka evînê bome dînek destbelav
Rê dûre şev tarîne roj li min dikin tangav
Sebr û aram nemaye vî dilî kir me bêgav
Li ser min ewrê reşe kengî li min dibê tav
Derenge dem hatiye de rabe bike çargav
Herkes li ser pêyaye tu weke gola pingav
Va dunya li min beşişî carek tu bike silav
Bi wa tilîyen xwe yê naz can bike hengav
Gava çav te debînin ji ziman naye zarav
Erd û esman vedibin ji ewra dibarê xunav
Gul û sosin şerm dikin gava tê bejinzirav
Lêv dikenin dil jê ra vebo boye wek delav
Pir westiyay û bi têhn ji vedxwê mina av
Li deşta evîna te dikim qoşme û çargav
Were em azad bin li ser erda kal û bav
Berdêl
1- lixav = celew =cilav
2-hindav= alí =direction
3-bêgav = mecbûr
4-çargav= pir bi lez
5-pingav= ava bê hereket
6-hengav =destlêdan
7-delav= cihê avê
8-destbelav = dijminê male xwe
F Yakoub
25-12-2011
hyakoub@hotmail.com