: F yakoub
Ey şeytanê dil bi naz
Ji xwe razî û demsaz
Xwe dibînê mêr û bi teraz
Ji xwe razî û demsaz
Xwe dibînê mêr û bi teraz
Ji reşkên Efrîqiya ra xerxwaz
Li ser me di barînê kîmyay gaz
Ji kî ra tu dixwazî xwe bikê şaz
Ev sed sale tu dûvê beraz
Niha hatî vegerînê Osmanî papaz
Bi cendirme esker û serbaz
Di kujî gundî û zarokên belengaz
Kesên birçî dikin qaçax ji bo nan û pîvaz
Tu bi xwe dikî jiyana gengaz
Li ser mêza te hingiv û goştê qaz
Li Enqerê dikî laqirdî û tolaz
Li ser vî gelê mêbaz
Dikî ceng û fêlbaz
Ji rojava ra çenebaz
Ji gelê me dixwazî hevawaz
Tu bi xwe yekî bê teraz
Hem dikî salewat hem raz
Çewa emê bikarin li te bikin az
Banga min ji bo gelê bindest û belengaz
Va dem hatiye bo ye xilaz
Serhildan serhildan serhildan
Ta yek kurd hebê saxesaz
Maf û azadî bikin daxwaz
Da hun bibin serfiraz serfiraz
31-12-2011