الصفحات

F Yakoub : Mixabina vê carê‏

F Yakoub :


Dilê dîn yê min û te
Ji eşqa bihara vê carê
Ewa dixwest bi hev şa bin
Wek bilbil û gula darê
De tu were lê binêre
Guh bide vê mijarê
Ji te ra bêjim lê yarê
Mixabina vê carê
Erd û asman li me vebûn
Lê hê em mane wek carê
Herkes bilind bû li jor
Hê ez û tu mane li xwarê
Kulên dilê xwe veneke
Ta ko miha avdarê
Soz û biryar ewê bidin
Ew bibin yek vê carê
Ez vê ji te ra di bêjim
Ev xewna min a biharê
Xwezî carek ew bûba rast
Xewna min a vê carê
Şêrîn yarê min şiyar neke
Xewna min xweştire ji biharê
Her dixwazim wa bimînim
Bes tu bike fîzarê
Me pir hene derd û bela
Tu zede neke vê bêtarê
Çewa emê bihev şa bibin
Dijmin agir jê dibarê
Destê xwe bide vî destî
Destê germ yê nazdarê
Were em sondekî bidin
Sonda yar ji bû yare
Emê kulên dilên xwe dermankin
Bi xwîna gulên biharê
Da ez û tu bi hev şa bin
Bi mirad û daxwaziyên vê carê

F Yakoub
23-04-2012