الصفحات

CKAHR,INC. Civînek ji bo amadekariyên konferansa xwe li dar xist


kl:10,48 25|04|2012 Sawtalkurd


Ji bo lidarxistina konferansa duyemîn ya Komeleya Kenedî -Kurdî ya Mafên Mirovan li Kurdistanê (CKAHR,INC), Duh 24/4/2012`an, li bajarê Silêmaniyê, endamên çalak yên Komeleya Kenedî - Kurdî ya mafên Mirovan li hola Profîsor Ezedîn Mistefa Resûl ya dezgeha Xendanê civiyan û liser amadekariyên konferansa xwe ya duyemîn gotûbêj kirin.
Ee civîn bi rawestandina xuleke bêdeng bo rêzgirtin li giyana pakê pakrewanên riya azadiya Kurd û Kurdistanê û parastina maf û azadiya mirovan dest bi karê xwe kir.
Ji aliyê xwe ve berpirsê komeleyê Hozan Murşid Efrînî li ser girîngiya wê civînê û amadekariya lidarxistina konferansa Komeleyê li Herêma Kurdistanê şirove kir.
Efrînî di axiftina xwe de, aşkire kir ku ji ber rewşa li Sûriyê û zêdebûna binpêkirina mafênmirovan ewê bêtir girîngiyê bidin xebata li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û wê heya dawiyê piştgir bin, lê wê dîsan perçeyên din yên Kurdistanê jî ji bîr nekin.
Her weha di wê civîna de, liser girîngdan û piştgirîkirina şoreşa gelên Sûriye û bi taybet gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û binpêkirina binemayên mafên mirovan ji aliyê rêjîma Sûriyeyeyê ve û şêwayê birêvebirina kar û çalakiyên komîteyên nav komeleyê û rewşa wê bi bereferehî hate gotûbêjkirin.
Di berdewamiya civînî de, gelek pêşniyaz û nêrînên cuda cuda ji aliyê endamên komîteyên çalakiyan ve hatin pêşkêş kirin ku ji wan xwedî pêşniyar Can Ezîd Xelo, Daud Daud Çîçek, parêzer Karwan Mihemed, parêzer Hîwa Omer, mamoste Xefur, mamoste Ceza Hema, mamoste Ceza Elî, xanim Berêz Hema Seîd û xanim Sinor Ceza taku di naveroka bernameya konferansa dahatî de bê gotûbêjkirin.

Piştî ku endamên komîteyên komeleyê nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin, di dawiya civîna amadekariya konferansê de, lijneyek ji 5 endaman hate hilbijartin ku amadekariya konferansê duyemîn yê komeleyê bike û bernameykê ji bo wê bixe ber destê komîteya rêvebiriya komeleyê.