Ehmed Mustefa:Tucarî kesî welatê kesî rizgar ne kiriye


Ehmed Mustefa :
yek hebû ew jî ji bo misilmantiyê kir..

Tê gotin ko -Artêşa Sûriya Azad- wê mafê kurdan bistîne. Lê gelo baweriya we heye ko ev Artêşa Sûriya Azad piştî şoreşa Sûriyê bi serkeve wê mafê kurdan bide wan an mafê wan biparêze!!.

Ez wek kurdekî gelek hêviyên min hene lê di dilê min de jî gelek tiştin dudilî jî hene

lê bawer bikin ez naxwazim kurdek li Sûriyê werê kuştin lê mexabin wek ez dibînim gelek tiştên ne baş hene û dibin.

Berî her tiştî ez çavên her kurdekî ji bo welatê xwe kar û xebatê dike, maç bikim.

lê ez hez dikim îro kurdên li sûrîyê dijîn destên hev bigrin û li hev binirin û biçivin û di civînên xwe de bi rastî kar bikin.

Bêguman ez naxwazim Artêşa Sûriya Azad werin nav gund û bajarên Kurda

lê tiştê ji me tê xwastin em dijî rêjima Es'sd derkevin û nehêlin Artêşa sûriyê Azad di nav gund û bajarên kurdan de bijîn...

kurdo eger tu bixwazî mafê xwe bistînî kar û xebata xwe ji bo welatê xwe bikî û ji bo kurdayetiyê jî serî hildî berî hertiştî yekdest bin..yekarmanc bin..yekgotin bin.

Bêguman rêjîma As'sed niha dixwazê ev Artêşa Sûriya Azad herin gund û bajarên kurdan ji ber dest ji ( Humesê û Hema) berdin û dest bi kurdan bikin da ko polîtike wan henkî werê guhertin.. û hinkî serbest rabin û dîsa kuştin û Helebçe werê meydanê. kurdo tucarî bawer mekin ko ev (Artêşa Sûriya Azad) tu carî mafê we ji were nastîne. kurdên hêja gund û bajarin xwe biparêzin. Dost û hevalên xwe biparizin deşt û çiyayên xwe biparizin her wiha kar û xebata xwe bikin...

guhdarî li hev bikin eger hûn hez bikin mafê xwe bistînin emê bi dest û milê xwe bistînin tu carî kesî welatê kesî rizgar nekirîye... yek tenê hebû ew jî ji bo misilmantiyê rabû ...

Bi baweriya min heta Es'sed hemû Sûriyê nekuje, ew naçe. Gengaz e dema ku hemû Sûriyê hildiweşîne, tiştekî ser tiştekî nehêle, êdî biçe. Rejêma Sûriyê gelekî hovane ye, xwînmij e, pêwîst e em hemû hewldanan bikin ku li navçeyên kurdî xwîn neyê rijandin.

silav û rêz ji we tevan re û spas ji bo kar û xebata we

ji birayê we berêz

 
 
 

أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر