Hozan Efrînî : Serê me û ya malbate rêzdar Dr. Berhem Salih xweş be



Hozan Efrînî : 


Îro serê sibê jina rojnamevan û çalakvana derbarê mafên jinan de, dayîka cîgirê sekreterê giştî yê YNK`ê Dr. Berhem Ehmed Salih koça dawî kir.
Ji ber wê yekê, Ez hem bi navê xwe û bi navê tevahiya endam û alîgirên kar û xebata Komeleya Kenedî Kurdî ya Mafên Mirovan pirse û serxweşî li xwe û li gelê Kurd û li tevahiya malbata rêzdar Dr. Berhem Ehmed Salih dikim.
Ew nûçe gelek em dilgiran û xembarkirin, ji ber ku Ronakxan hêzeke mezin bû ji bo pêşxistina têgehên rojnamegeriya Kurdî û bi sivîlkirina civaka Kurdî, herdem di hewil û karên rojnamegerî û parastina mafên jinan de, xwedî helwest û bikar bû.
Xanima Kurd Ronakxan Re`uf Se`îd ji malbateke here dêrîn ya Silêmaniyê ye, xwedî roleke mezin bûye di pêşxistina vîna azad ya jina Kurd û xwedanê rojnameya Rêvan ya jinan bû, min ew ji nêz ve dinasî, gelek xemxwerê çarenivîsa jinên Kurd bû, lêkolîn û lêgerîna wê derbarê jinên her çar parçeyên Kurdistanê bû, herdem çêra peyayê kevin û yê nû dikir, digot dibe jin hêza xwe hebin taku bi mêran re alîkar bin boguhertina civaka kevin û avakirina civakeke nû.
Di dawiyê de, careke din em serxweşiyê ji rêzdar Dr.  Berhem Salih û tevahiya kesûkarên wî re dixwazin û ji xwedayê mîhreban û dilovan hêvî dikin ku li xwedê jê razî Ronakxanê bête rihmê û cihê wê bike bihişta xwe ya berîn, bila temenê dirêj ji malbata wan re be.

Rojnamevan: Hozan X. Murşid
Berpisê Komeleya Kenedî-Kurdî ya Mafên Mirovan-Herêma Kurdistanê
13-6-2012











أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر