F Yakoub : Pêlên evîna te


F Yakoub :


Pêlên evîna te
Ser min da tên core cor
Sar û germ berfa zozana
Û sêla sor
Pêlên evîna te
Li min girtiye hawîr dor
Bê mohr û bê destûr
Li qad û meydana ceng û şer
Dijmin li min kiriye çavsor
Hiştime bê çeg û şûr
Li berxwe didim mina
Mîrê kor
Pêlên evîna te
Ez avêtim dûr
Ji min ra nehiştin sînor
Wan şevên tarî
Pir li min dikirin zor
Pêlên evîna te
Geh li jêr geh li jor
Carek mîna dîke por
xwe hildidê li jor
Carek mîna gaye qor
jê naye ore or
Pêlên evîna te
De vî dilî da diherikin
Mina dicle û minzûr
Mina ferat û xabûr
Li ser singa min hatiye nivîs
Bi xwîna sor
Carek li bakur
Carek li başur
Av didê beyar
Û erdê bûr
Ne ji ber mirinê ez revîm dûr
Pêlên evîna te ez avêtim dûr

12-12-2011
F Yakoub








أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر