EHMED QASIM :
Hebûna kurd di rojhilata navîn da, taybetmendîyake xwe heye ku, kes nikanê bê wî derbasî aştîyêbe. Ev taybetî, wekî her yek zanê ku, kurd miletekî resene ji miletên rojhilata navîn, û liser xaka xwe jiyanê didomînê bi deng û reng û taybetmendîya xweyî netewî, yek, û ya duwemîn jî, tevî welatê kurd(Kurdistan ) hatîye perçekirin din nav çar perçeyanda li gora peymana SYKÎS_PÎKO, lê miletê kurd dijmanetîya xelkên avçeyê nekirîye, bi vacayî wê, alîkarbûye bo aştîyanîya sivîl di nav pir rengîya netewî û pir nifşên olîda di her welatekîda, Sûrî û Turkî û Îran û Îraqê.
Raste, tevgera azadîxwazê kurd, li dirêjîya sed salê derbas bûyî bi her şêweyî berxwedayî, bi şêwakî sivîl û siyasî berdewam bûye, û caranjî, bi şêwakî çekdarîjî cî bi cî berdewam kirî li kurdistana bakur û başûr û rojhilat, tenê li rojava xabata sivîl û siyasî berdewam kirî ji rojên rojêda, ku çawa sûrî hate nexiş kirin wek welatekî, kurdanjî dest bi xebata xwe kirî jibo hebûn û parastina xwe wekî miletekî cûda. Lê rojekê ji rojan miletê kurd wek milet, ji xwera miletên din wek milet dijmin negirtine, tenê li beramberî rêjîm û saziyên necad perest xebata xwe berdewam dikir, û hemaheng, biratî û dostanî ji miletên din dixwestin, ne tenê ev, lê ji wê bîtir haştîya civaka sivîljî di her welatekîda dixwest û diparast.
Mixabin, wan miletên din nebûn alîkar ji bo daxwazên kurd, Turk û Ereb û Faris, ewjî her û her alîkarbûne ji rêjîmên xwere, ji ber bawermendîya wanî necadperestî. Lê tevî vê rastîyê jî, kurdan sîyaseteke dijberî li beramberî miletan neşopand, û nebûye talûke li ser civaka sivîl di her perçeyekîda. Bo vê yekê jî, hîna kurd amadeye ji bo hevparbê bo nexş û pirojeyên haştîyane di rojhilata navînda ku li ser agirekî germ û gurrda dikelê.
Rojhilata navîn şûna lihevketin û bi navhevketina pir miletane. Lê mixabin ew miletên desthilat, Ereb û Turk Û Faris naxwazin alîkarbin ji bo aştîyê di rojhilata navînda, ew jî dibê sedema şerên navxwe, wekî Îro em dibÎnin cî bi cî rû daye, û cîyên dinjî kandîdê rûdayîneke wêrantirin. Nimûne Îraq û Sûrî . Turkîya û Îran jî di sirêdane. Wa lê hatîye, ku çi hejandinek rû didê di nav van welatanda, nema radwestê, û temenê mezin têne dandin. Li Îraqê, temenê gorankarîya demuqrasî gelekî mezibû, hînjî Îraq negihîştîye hêmenî, û hînjî temenin ne hindik wê werin dandk. Bi sedhezaran xelk hatne kuştin, tenê Kurdistan cîgehê aramî û hêmenî ma, û kurd giranîya trazîya civaka sivîl û şopandina demuqrasîyê ye heta Îro. Mixabin civaka Ereb bi şêwakî vaca li vê giringîyê dinêrin. Her weha, li sûrî binêrin, rola kurdan çi rûyî didê. Ji rojên pêşîda, ji destpêka şoreşêda, kurd rolekî haştîyane dilîzê, û li çareyên haştîyane ji bo sûrîyake demuqrat û hevpar, sûrîyake ji bo her nifşekî, her rengekî, her necadekî, her olekî bi pirojeyekî lihevhatî û haştîyane. Her weha li Turkîya û Îranê jî , kurd xwedî pirojeyên haştîyanene ji bo çareserkirina pirsa kurd û pirsên demuqrasî û haştîyatîya civakî.
Tevî kêşandina kurd hemû rengên setemkarî, kuştin û koçberkirdin, û wêran kirina kurdistanê bi destên rêjîmin desthilat li herçar perçeyan, qet kurdan xwe şaş nekirin di xebat û nêrînin xweda, lê mixabin miletên desthilat vê rastîyê li ber çavên xwe nabînin, ji ber vê yekê nikanin xwe li ber hejandinên şoreşgerî bigrin, zû bi zû darine nav şerên nav xweyî. Tenê kurd tevlî wî şerî nabê, û dibê xwedî pirojeyên haştîyane. Ji ber vê rastîyê, kurd kandîdê roleke serekîye bo pêkanîna dêmuqrasî û hêvane ji bo serketina pirojeya aştîyê di rojhilata navînda.

EHMED QASIM
Nvîskar û sîyasetmedar 2/6/2012