Hozan X. Efrînî : Nemir Dr. Abduriman Alocî mora xwe li dîroka da


Hozan X. Efrînî : 


Di serî de, ez bi dilekî xemgîn û xembar pênûsa xwe bi pêçiyên destê xwe dilivîn im, lê gelek zehmete ku mirov hewil bide li ser kesayetiyekî tekoşerê siyasî, rewşenbîrî, civaka sivîl û xebata neteweyiya Kurdeyatiyê pênûsa xwe bi esanî bilivîne û debarê rastiya liv û tekoşîna wî de binirxîne.
 Rêzdar Mihemed Se’îd Alocî yê xembar, Rêzdar Şiyar Abdiruhman Alocî yê xembar, tevahiya endam û serkirdeyatiya Partiya Demokrat a Kurd-Sûriye
Ji bo hemû endamên malbata Alocî ya xemgîn.
Jib o gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Weku tê zanîn ku em tev bihevre derbasî nava qonaxeke tarî û nelihevî bûn, bi taybet piştî belavbûna nûçeya koça dawî yê nemir siyasetvanê gelê Kurd û rewşenbîrê navdarê gelê me, Dr. Abdurihman Alocî. Her weha li hemberî wê yekê, gelê Kurd û Kurdistanê, wê bi tekoşîna xwe, roj û qonaxa niha em ketiniyê, wê derbasî qonexeke nû û serkeftî bike taku wefedariya xwe bi bîranîna nemir xwedê jê razî re dupat bikin.
Ez bi vê helkeftê sersaxiya koça dawî yê Dr. û mamosteyê nemir Dr. Abdurihman Alocî li dîroka xebata dehan salî wî di riya azadiya gelê Kurd û Kurdistanê re dikim.
Heval û dostên xwedê jê razî û malbata xemgîn, ez bi baş dizanim ku emê li şûna sersaxiya barkirina nemir ji nav me, weke roja bilindkirina tekoşîna azadiya neteweyî binav bikin û jib o ku em li gel bîranîna wî bin, dibe ku em di tekoşînê de, berdewam bin.
Ji bow ê jî, ez ji tevahiya xelkê me yên di konên sersaxiyê de amade ne û li hemû aliyên siyasî û nîştimanperwerî li Rojavayê Kurdidtanê û li Ewrûpayê dikim û hêvîdarim û xwezyarim ji Xwedayê mîhreban û dilovan ku cihê nemir Dr. Abdurihman Alocî bihşta berîn be û destê rihma xwe biser de bigre.
Ew nûçeya gelek xemgîn bû, lê ji ber ku nemir di dîroka jiyana xwe de, rûpeleke pak û pir li tekoşîn û xebat nivîsiye û bi exlaq û rewişta Kurdeyetî morkiriye, em dikarin bibêjin ku wî erkên xwe yên neteweyî bicî aniye û di meydana rastiya kar û xebata gelê me de, bîr û bawereke rasteqîne, tekoşîna rast û bê wêne ji nifşên dahatûyî re hîştiye.
Ji ber wê yekê jî ez ji dil de, bîranîna dîroka xebata nemir Dr. Abdurihman Alocî silav dikim û rêz lê digirim.
Nemir Dr. Abdurihman Alocî stêrkek li ezmana welatê Kurdistanê de bû, bi taybet di derbarê kar û xebata nîştimanî û Kurdeyetî de. Ew ê ti carî wê ji bîra me neçe, wê di hizir û mêjkê me de, herdem hebe û wê di rûpela dîrokê de bibe nimûneyek ji nimûneyên dîroka gelê Kurdn û Kurdistanê.
Ji ber ku di despêka jiyana xwe ya ciwaniya û heya roja ku xatir ji me xwestiye, her di nava çalakiyên neteweyî Kurdî de bûye û bi dilsozî kar û xebatên xwe bicî kiriye û xwedî li erkên nîşimanî derketiye.
Lê her çiqas bibê bila bibe, nûçeya barkirina ji nav me,  gelek bi êş bû, lê ji ber ku ew riya her kes û mirovî ye, ez dikarim bibêjim ku bi koça dawiyê ya nemir, bila hûn sax bin û bila temenê dirêj jî, ji bo tevahiya malbat û gelê Kurd û xebatkarên partiya democrat re be.

Rojnamevan: Hozan X. Murşid Efrînî
27-5-2012
Silêmaniyê- Kurdistan







أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر