F yakoub :
Rengê dawî ji jiyanê
Nanê di nav xwînê da
Pariya destê zarokên sêwî
Xwîna di nav nan da
Pariya destê zarokên sêwî
Wê çewa bighê dawiya jiyanê
Baran di hat li ser xaka me wêne yê
Rûke te li ser rû yê
Erdê çêdikir bi ken
Min jî dixwest pêra bikenim
Di miha avdarê da sala serhilhanê !
Erdê ji me ra got gelek xwîn pêwîste
Gava di bê avdar şîn û şahiyên me
Tevlî hev dibin avdar ji nav hinavê
Erdê tê der û sirûda xaka me diyar dikê
Dengê keç û xortan dengê bilbil û kewan
Dibê helbesta dil û erdê
Ez im xak ez im welat dergeh li min ne gire
Were rûkê min paqij bike ji gemara salan
Ez im tuxmê te berdewamiya can
Berdewamiya sirûda jiyanê
Ji berî çil sala hatim dunyayê
Li ser komek pûş bê çira û goristanên tarî
Pehin bûna min li ser giya ne wek kulîlka bû
Kulîlkên min diçandin zû diçilmisîn
Dem li heviya min ne dima kû ez bigihim
Dawiya miha avdarê sozên ne zelal
Şahiyên sade lê ji dil em diketin evînê
Hinek ji me diketin zêndana da ji berî
Kû ew bigihin warê şahiyê, lê heyv ew
Dikete dil bi rengê xwe ye zîvî dibû omîd
Dibû hêvî , jiyan pê berdewam dibû
Dilê deriya vedibû pêla dida ber pêla
Li ber kevana avê kefa spî mîna şîrê dayîka min
Gava pêlan xwe ji vedikşand carek dî ziwa dibû
Li kevana çiyê keç û xort wekû mûrrî pêva diçûn
Dixwestin bigihin mirad û daxwaziyên xwe li aliyê dî
Dara hêjîran hê ber negirtibû lê rengê wê bi ser
Şînbûnê va diçû mîna kû bihar bi daran ra mêr kiribê
Wekû ez li tuxmê xwe bizîvirim ji destpêkê heta Qamişlo
Û ji dawî heya Efrînê ,ez ne bes ji tuxmê gula nêrgizê me
Ez ji çiyayê gûdî jî me , kesên di xewnadan di jîn bese
Destên min bidin min ,bese stirana dil pakiyê li vê xeribiyê
Avdar û bihara me bêhan xaka me xweştire li warê me
Berê xwe bidin çiyayê agir berê xwe bidin çiyayê agir
Ji bû newrozan em piroz bikin û gelen dora xwe carek
Dî rizgar bikin wek bav û kalan
Jê venegerin ta hûn bigihin dawî di rengê dawî da
Em bes bibin sêwî li ber destên çavtang û neyaran