Mizgîn Hesko : Ho….Çemo


                    Mizgîn Hesko :          

                       Ho….Çemo                                                                             
   Gelo çima xortên me dibin qaçaxçî…?        
   Diyarî ji bo ewan xortên ciwan û bê guneh


Hawar…….hawar
Û hawar
Ma ta kengî
Ev birînên dijwar

Serê vê şefeqa
Berfanbar
Û dilê min
Bi bara
Bûye bi xem û ar.


Û Şirnexa min
Min bihîst
Qêrîna te
Û hawar

Ne berf
Lê xwîn dibar

Îdî xumxuma
Çemê bedena min e
Ava ji pêsîrên asîman
Dirije
Ji çavê dayka min e

Li rojavayê min
Girtin û lêdan e
Li rojhilat
Hîn nefel tên sêdar kirin
Li başûr
Leystikên neyara
Bi sed rengî
Tên pêkanîn
Û li bakurê kezeba min
Kuştin
Xeweke giran
Raketinek…
Di şikeftên hêviyan de

Û çemê xwînê
Bi herikînek merdan e
Diherike


Û ho çemo
Dem ....ne dema
Loman û hêsran e
Ne Qamişlo bitenê
Lê Şirnex jî
Wargehê min e
Kelha mêran e
Şaneşîne jiyan ê

Ho çemo
Ne nervînê
Mirina min
Bi vî rengî
Nîgar kir

Ne yezdanê pak
Kuştina min
Bi vî şêweyî
Pîlan kir

Ne padîşahê mirinê
Tune kirina min
Tovê min
Ji bin axê
Derkir
Û tirhê nûhatî
Li beyabanê
Belakir

Heman xwînmijan

 Dirakoleyên
Bi formê ademîzadan
Dergûşa nevîkê min
şikandin

Piçûkê min î di pêçekê de
Gurandin

Û hawar….
Ho çemo
çemê xwîna min
Derza...
Lerza...
Berze   …birîna min

Îdî guneh …gunehê min e
Min…
Li ber xwe neda
Ji  taya sorikan dimrim

Ji ber paryê nanezikê
Têm kuştin

Ji ber qutkirina zimên
Lal dibim

Û min….
Her li ber xwe neda
Min… her biratiya xelkê dixwest
Û biratiya birayê xwe
Berda
Min...
Her destê cîranê xwe
Dihejand
Û destê xizmê xwe
Gez kir

Min....
Rengê herikîna te
Li enya xwe da
Û nervîn
Her sûcdar kir
Û heman çaxî
Ol û xweda

Min li ber xwe neda
Û min ..jibîr kir
Ku buharên rengîn
Hîn li darin

Kulîlkên deştê
Bi hemî ciwanixa xwe
Li karin
Û kulîlkên min î çiyayê
Li ber buharê
Xemsarin….
Xemsarin….
Xemsarin….û raketîne.

30.berfanbara  2011  .






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر