Kordînasyona( TEV-DEM): Endamê me Xebat Dêrîk jiyana xwe ji dest da





Tevgera civaka demokratîk ( TEV-DEM) ê da xuyakirin ku vê sibê şemiyê 14/1/2012 emdamê kordînasyona ( TEV-DEM) ê Mehmûd
 Remedan Mihemed yê ku bi navê  Xebat tê naskirin, piştî ku çend roja li nexwaşxanê mabû jiyana xwe ji dest da, tê zanîn ku Xebat berya çend rojan li Qamişlo rastî êrîşa çekdarî ji aliyê malbalta Ebdullah Bedro hatibû.
kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk ( TEV-DEM) ê daxuyaniyek da û tê de wisa got:
" Di va pêvajoya dîrokî ya nazik de ku têde pêdiviya me gelek heye bi pêşeng û rêberên şoreşger ên ku karibin pêvajoyê bi rêvebibin û bighînin serkeftin û azadiyê; gelê me yek ji kedkarên xwe ên şoreşger windakir, xebatkarê ku 27 salan ji jiyana xwe di xizmeta doza gelê xwe de bihûrandibû li ser çiyayên Kurdistanê û li hemû qadên xebatê  ên curbecur îro jiyana xwe ji dest da, di vê rojê de 14/1/2012 dilê heval  Mehmûd Remedan Mihemed (Xebat) rawestî bi encama birîndariya wî bi fîşekên malbatekê ku ajantî dane pêşiya hemû helwestên welatparêziyê. Heval Xebat rastî êrişa çekdarî hat gava ku xwestibû pirsgirêka dizî û destserdayînê bi Ebdullah Bedro re yê ku li Qamişlo dimînê, çareser bikê"
Daxuyaniya kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk ( TEV-DEM) ê wiha berdewamkir:
" Bi dilêş û xemgînî me bûyera şehadeta endamê kordînasyonaTevgera Civaka Demokratîk heval Xebat wergit, lê bi rihê berxwedanê emê xebata rûmetê û azadiyê li hember hemû rengên sêxuriyê û îxanetê bidomînin, û hemû hewildanên ku bi destê xayîntiyê tên kirin ji bo têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê emê pûçderxin"
Kordînasyona ( TEV-DEM) ê sersaxî ji malbata şehîd  Xebat û hemû gelê Kurd re xwast û bang li hemû gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyê kir ku roja siba tevlî merasîma cenazeya şehîd Xebat bibin.Kordînasyona ( TEV-DEM) ê wisa got :
" Siba roja yekşemê 15/1/2012  merasîma cenazeya  şehîd Xebat wê ji Bajarê Helebê destpêbike û wê seet 6:00ê sibehê bighîne bajarê TelTmir. Û pişt re wê derbasî van bajarên Rojava bibe :Serêkaniyê, Dirbesiyê,  Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkêlekê,û Celaxa, û li dawiyê şehid Xebat wê li Dêrîkê di goristana Qebe Elîşêr de radestî axê bibe, em sersaxiyê ji malbata şehîd Xebat re û ji hemû gelê Rojavayê Kurdistanê re dixwazin û em bang li hemû gelê xwe ên welatparêz dikin ji hemû deverên Rojavayê welêt ku tevlî merasîmê bibin û dilsoziya xwe bi giyana şehîd  Xebat re bînin cih wek şehêdê rûmeta netewî û şehîdê azadiyê"


kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk ( TEV-DEM)







أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر