F Yakoub : Banga hewarê

F Yakoub :

Dikim hewar dikim gazî
Ji tera bêjim wa birazî
Yan jî xwarzî 
 
Ma ne şerme bê terazî
Herkes ji me ji xwe razî
Hinek jî xwe dikin qazî
Dijmin ra dikin demsazî
Wî kûçikî wî berazî
Li ser me dikê fêlbazî
Em hiştine birçî û tazî
Ji rastiyê ew çîptazî
Hinek jî bone wek tajî
Ketine pey kesê vajî
Dikin gotinên kelevajî
Ji bo xatirê parîk jajî
Êdî bese ev tinazî
Bes bikin çenebazî
Li hev nekin şûrbazî
Heger dixwazin serfirazî
Destê hev bigirin wek gewlazî
Hevar bikin hevawazî
Ji hevra bibin xêrxwazî
Herkes ji we bibê razî
Wê pêk werin daxwazî

17-01-2012
F Yakoub
hyakoub@hotmail.com






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر