Xebatên Palmecenter û Waqfa Çanda Kurdî ji bo jin û zarokên Kurdistanê

Pirtûkxaneya Astrid Lindgren li Diyarbekirê
10|11|2011 Sawtalkurd .
Ev navend di  1992:de ava bûye û hedefa wan jî gelan bi hêztir bike da bikarin jiyana xwe û  rewşa civaka xwe bidin guherandin.
Finansa xwe bi riya rêxistina Sidayê ve pêk dînin , Sida rêxistineke ku bi aborî piştgiriya pêşveçûna welatên din dike.
Yek ji wan welatan ku Palme Center alîkarî dike, Turkiye ye, niha ofisek wan li Istanbulê heye û keçek kurd bi Helîn Şahîn li wir kar dike.
Em li ber derya jora karûbarên Balkanan, Rojhilata Navîn û Turkiyê radiwestin Helin Şahîn li wir e û ew xwe û karê xwe  bi me dide nasandinê.
Helin Şahîn bixwe Dêrsimî ye lê nikare bi kurdî bersîva pirsa me bide lewra agahîyên xwe bi swêdî dide. Ew bixwe li Istanbulê bicî bûye ji bo ku çalakiyên li herêmê bi nêzikî bişopîne û navê vê projeyê jî programa Turkiyê ye.
Helin Şahîn:
- Ofisa Olof Palme Centerê di destpêka sala 2010 de vebûye û ez jî hema wê demê de çûme wir û ji wir  pêde jî li wir karê xwe dikim  heta ev proje dom bike.
 Bernamaya Turkiyê sala 2006 an de destpêkiriye û ev yek ji bo piştgiriya civaka Turkiyê ya sivîl e.  
Hedefên wan jî  li gor  Helin xweş pêşde çûye, wek mînak tora tekiliyê di navbera rêxistinan de hêsantir bûye û di dema hanê de nêzikê 22 projeyên wan li Turkiye hene. Ev rêxistinên sivîl li rojhilata Turkiyê ne î rojavayê wê ne, ev hevkariyek berfireh e ango,
Du meh borî li Istanbulê konferensek mezin hate lidarxistin ku hemû û rêxistin û saziyên hevkar him ji Swêdê him ji Turkiyê ku nêzikê 30 beşdar bûn. Li wir wan rêxistinan muracatê projeyan kirin û pirsan ji me dikirin.
Helin Şahin:
Li gor Hêlin ya giring rêxistinên herêmî ne, ku jê re dibêje ku çîmên nêzê koka xwe re bêtir nêzikê gel in û alikariyan wan bêtir digihije civakê..
Em kapasiteyên van rêxistinan bihêz dikin , wek mînak dema rêxistinek xortan hebe em hînê rêveber dikin ka mirov çawa dikare bibe rêveberekî demokrat. Perwerdehi bidin û giringî bidin pirsên wan û rê didin nîşanên wan.
Waqfa Çanda Kurdî li Stockholmê du projeyên wan hene li gor Helin Şahîn yek li Bingolê (Çewlig) ye, yek jî  li Diyarbekirê ku bi alikariya Palme Center ve birêve dibin û bi rêxistinên din re di hevkariyê de ne, ew bi taybet bi rêxisnek jinan û zarokxaneyek re hevkari dikin. wan berê jî bi saziyên re havkariyan pêk anîbûn û pirtukên zarokan wergerandibûne kurdî paşî van pirtûkan li Diyarbekirê belavê zarokan kiribûn, armanca waqfê jî ku nasnamaye kurdî zarokan xurttir bikin. bêtir jî li ser zimên radiwestin, ku xwe bi zimanê xwe hîn bikin, kurmancî, zazaki, ku pirtûkê bi zimanê wan hebe li wir…
Ismail Naci Özturk ji Waqfa Çanda Kurd li Stockholmê ye û ew  bi berfirehî agahiyan li ser kar û çalakîyên Waqfê dike..
Ismail Naci dom dike û dibêje ku projeya wan tenê di yek aliyê de kêra wan nayê lê bi gelek awayan ve , him xwenasîn, him dibin xwediyê mafê aboriya xwe û him jî zimanê xwe ya zikmakî pêşve dibin.
Dibe ku ev proje êdi dirêj nebe lewra tê bawer kirin ku proje bixwe êdi dikare li ser lingên xwe raweste.
Ismail Naci bixwe çuye wir û ditiye ku jinên ku beşdarê atoljê bûne û li herêmek ku jin xûya nakin de, êdî xûya dibin û kar û barên xwe yên derve jî bixwe dikin.



أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر