Mafê penaxwazîyê bo îranîyan hêsan dibe

Wêne: Zayele
04|11|2011 Sawtalkurd .
Dezgeha koç prînsîpên xebata xwe diguhere û giheştîyê biryara ku xetereke bêhtir nuha heye ser hemwelatîyên îranî yên li derveyê welat çalakvanîyên siyasî dikin, di vegera wan de bo Îranê.
Şefê adaletê yê dezgeha koç Mikael Ribbenvik dibêje ku rewş li Îranê xirabtir bûye di vê dema dawî de:
- Me bi hûrî li pêşketina rewşê nerîye ji dema hilbijartinên sala 2009 de û ta buhara erebî di buhara vê salê, me xirabbûneke gav bi gav di rewşa li Îranê de dîtîye.
Mikael Ribbenvik ji dezgeha koç dixwaze bêje ku rewş îro bo hemwelatîyekî îranî ku bi awayekî siyasî çalak e û rexnedarê rêjîma îranê ye li derveyê welat xirabtir danberhev bi berê re.
Ji ber atmosferekî bi giştî dijwartir li Îranê û piştî ku biryara dadgeha koç ya rênîşander hat di meha nehan, september de, nuha dezgeha koç prînsîpên xebata xwe diguhere hember lênerîna rewşên penaxwazîyê bo hemwelatîyên îranî.
Mikael Ribbenvik bi taybetî ronî dike ku her di pêştir de jî dê li lêkolînên rewşa penaxwazan kesî ango yek bi yek bên nerîn. Lê bo hemwelatîyên îranî yên li derveyê Îranê bi çalakîyên siyasî rabûnin dê nuha nirxandina rewşa wan tên guhertin, ew jî ji ber xeter û rîska peyda dibe dema tên vegerandin bo Îranê.
Herweha dezgeha koç eşkere dike jî ku rejîma îranî çavdêrî kirina hemwelatîyan û çalakîyên wan yên siyasî bêhtir kirîye. Mikael Ribbenvik careke din:
- Daxwaz û şiyana çend welatan heye ku hemwelatîyên xwe çavdêrî bike û Îranê jî yek ji van welata ye.
Lê li gor Ribbenvik, ev prînsîpên xebatê yên nû, yên di praktîkê de dê wergirtina mafê penaxwazîyê bo gelek îranîyan li Swêdê hesanîtir bike, guhertinên zêde nake di karê dezgeha koç de :
Ji ber dema ku rewşa li Îranê xirabtir bû, her wê demê jî dezgeha koç ev yeka danî berçav di nirxandinên rewşên penaxwazîyê de. Sala par hema hema mafê rûniştinê li Swêdê bo 24 % ji penaxwazên îranî re derket. Û îsal derbarê dora 35 % ye.
- Ne wisa ye ku biryareke bi vî awayî temamê rewşê diguhere. Ku di dest pêkê de mafê rûniştinê bo kesekî dernediket û nuha bo hemûyan derdikeve. Em nuha xirabbûneke rewşa ya gav bi gav dibînin û ev yeka di hejmarên qebûl kirinê de diyar dibe.
Jafer Kaderî û 18 kurdên din yên penaxwaz ji rojhilatê Kurdistanê, ev 44 roj di bin çadiran de li navenda Stockholmê, li Sergelstorg dijîn, bi zarok, jin û nexweş. Ew lênerîna dezgeha koç bo rewşên penaxwazîya wan protesto dikin.
Jafer Kaderî ji Zayele re behsa rewşa wan dike û tirsên henin ser jiyana wan eger bo Îranê bên şandin.





أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر