Ziman nasnama gelan e S.F.P.Z.K.S


22|10|2011 Sawtalkurd .

Keç û lawên Kurd…….    
Bi navê S.F.P.Z.K.s, sipas ji we re û hûn bi xêr hatin, lê berî ku em dest bi gotina xwe bikin ,em lêborînê dixwazin , ku em çend hevokên gerek bi zimanê Erebî bikin.
اخوتي الحضور و المستمعين الكرام شكرا لكم كردا كنتم ام عربا او غير ذلك
كما نخص بالشكر حزب الوحدة الديمقراطي الكردي في سوريا(يكيتي) الذي دعانا وسنح لنا فرصة الحضور في هذا النشاط الجماهيري الذي يخص الحزب لنعرف الحضور الكريم وكل من سيسمع بهذا النشاط بماهية واهداف مؤسسة تعليم وحماية اللغة الكردية في سوريا المستقلة. واليكم نص كلمتنا باللغة الكردية لغة الحجل و الجبال.
 Beşdarên delal...! 
Ji ber ku hebûna miletan ji hebûna  zimanên wan e; ziman nasnamên gelan in; Di dîrokê de gelek milet hebûn , lê bi wendebûna zimanên wan re wenda bûn û gelek gelên serdest jî li ser wendabûna zimanên xwe bi tirs in, û ji ber ku gelê me yê Kurd bindest e û zimanê wê jî qedexe ye;Wêlomê jî me dît xebata di ber zimanê Kurdî de , zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cezîrî, Feqeyê Teyran, Celadet Bedirxan....û H.W.D ve ;xebata di ber miletê Kurd de ye û ne kêmtirî xebata rêzanî ye.vêca li sala 2006 an ,me S.P.F.Z.K.s damezrand.
 Xoşewîstên hêja ...!   
Sasiya me Saziyeke serbixwe ye , armancên wê ,fêrkirin û parastina zimanê kurdî ye,bi hêviya ku zimanê me bibe zimanê danûstandinê, zimanê nivîsîn ,dibistan û zanîngeh û zanistiyê. Ev yeka ha bi cî netê, eger bi rengekî fermî cî di zagonê de negire. Vêca pêwîste em bi hev re wek Kurd bixebitin û doz bikin, ta ku ev armanca bi cî were.
 Birayên hêja....!
Em wek S.F.P.Z.K.s vê kongira me ya netewî ya kurdî li sûriyê ya ku, xebat di ber girêdana wê de berdewam e, zor pîroz dibînin , û hêvî dikin ku ji gelê me yê Kurd li Sûriyê re bibe lêvegerek. Ji ber vê yekê pêwîste hemî partî, hêz û saziyên çandeyî û civakî... û her wekî dî, ciyê xwe tê de bigrin ûdi bin sîwana wê de bixebitin. Wêlomê jî me ji komîta damezrandina wê daxwaza beşdabûna nûnertiya Saziyê kir û me namak ji kongir e amede kir .Ger daxwaza me erê bibe yanna ,em bi hêvîne ew name di kongir de were xwendin. Ev e deqa wê nameyê;
Endamên kongira yekê ya netewî ya Kurd li sûriyê..Beşdarên bi rûmet..
Bêguman ,kongira ku win niha li dar dixin , cihê hêvî û serbiliniyê ye .Em û hemî gelê Kurd hêviyên mezin li ser datînin. Yek ji wan hêviyan ,di aliyê guhdan ,piştgirî û parastina zimanê Kurdî de ye.
 Di vî warî pêşinyara me ev e:   
Ji ber ku ziman tiştekî netewî ye , ne partîtî ye , loma jî em hêvîdar in sîwanek ji hêla kongireyê de were avakirin, daku di bin wê de,hemî sazî ,kom û komikên ku, guhdanê bi zimanê kurdî dikin û korsên fêrkirinê didin,werin ba hev, bibin yek,û karekî berfireh  û bi rêkûpêk, nemaze di warê fêrkirina xwendin û nivîsanina zimên de were kirin.
Ji hêla me de ,wek Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê, em ji sala 2006 an de li meydanê ne,rêxistin û mamosteyên me li seranserî navçeyên ku Kurd lê dijîn hene.Di van şeş salan de ,eger em nebêjin bi hezaran ,lê me bi sedan şagirt fêrî xwendin ,nivîsandin û rêzimana kurdî kirine, û li roja îro jî em amade ne ku saziya me bibe endam û xizmetkara yekê di bin sîwana Kongira me ya netewî de,û di sersiya wê de karê xwe bike.
Serkeftin ji kongira me ya netewî re...
Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê....
Li dawiyê baweriya me ew e ku, welatên ku, bi awakî fermî û zagonî ji zimanên nav xwe re erê neke û pepejrîne ,ew welat ne azad û demoqras e.Wêlomê banga me ji hêz û rikberên sûrî re ew e, ku bi siloganên xwe re dilsoz bin û zimanê Kurdî wek zimanekî  fermî bipejirînin. Herwiha banga me ji hemî keç û law, jin û mêrên Kurd re ew e ku bi zimanê Kurdî bipeyivin, biramin ,bixwînin û binivîsînin ta ku zimanê Kurdî zindî bimîne û Efrîn,kobanî û Cezîr wenda nebin.
Her bijî zimanê Kurdî....
Sipas ji guhdariya we  re...
* kotina Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê di kombûna gelirî de li Efrîn ê di 14.10.2011 an de , ya ku parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê lidarxistî .





أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر