Serhildana gelê Sûriyê gihaye rewşek xurt û zor dijwar Rêxistina Xwendekaran ya PYDKS

22|10|2011 Sawtalkurd .


Serhildana gelê Sûriyê gihaye rewşek xurt û zor dijwar
Rêxistina Xwendekaran ya PYDKS *
Rêz û silav gelî beşdaran...!.  
Dostino...!    Hevalino...!
Di dirêjiya dîrokê de, pêşketina miletan bi ked û xebata ciwanan bû. اi di riya xwendinê û çi di keda rojane de, lê dimîne xwendekar ronahiya gelê xwe.Ji ber ku zanîn û nasîn çira wan e.
Xwîşk û birayên bi rûmet...!.
Bi rastî, xwendekarên Kurd li Sûriyê di avakirina rêxistina xortan de,çi di dibistanan de û çi di zanîngehan de, pêşeng bûn.Herwiha di pêşxistin û geşkirina çalakiyên partiyên rêzanî yên Kurd li Sûriyê,di hemî waran de:Rêzanî,Çandî, Civakî, Hûnerî, Xwendin û nivîsandina Kurdî, ...,û H.W.D alîkar bûn .
Vêja gelek jê di partiyan de, rêvebirên berçav bûn.
 Dostino...!     Hevalino...!
Divê em ji bîr nekin, ku şaristanî li cîhanê tev avabû bi ked û xebata kesên zana û pispor .Û ew di nav rûpelên dîrokê de , bûn ronahî.
Em miletê Kurd li Sûriyê çi ji me divê ?.Xebata rêzanî yan civakî...??.
Em wek ciwan û xwendekarên Kurd bawer in,ku jiyan bê xebata rêzanî nabe.Ji ber ku ramana rêzanî digihêje hemî warên jiyanê; Aborî, اandî, Civakî,... û H.W.D.
Em wek Rêxistina Xwendekaran ya Partiya Yekîtî ya Demiqrat a Kurd li Sûriyê bang dikin li nifşên nû ku, ew di nav gelê xwe de, rêvebirên paşerojê ne .û divê
ji bo destxistina mafên gelê xwe yên rewa, bi
xebatê bawer bin.
 Dostino...!     Hevalino...!
Xwendekarên hêja û delal...!.
Îroj rewşa rêzanî li Sûriyê di gel buhara azadiyê di dewletên Ereb de , agirê azadiyê baş xûya dike ku sedema wê zilm û zora rijîmên destladar e û tunebûna  demoqrasiyê û  mafên mirovan yên bingehîn e.
Serhildana gelê Sûriyê gihaye rewşek xurt û zor dijwar bo guhartina rijîmê yan roxandina wê bi astenga ku: اawa guhartin bibe...??.
Bi top û tifingê yan bi awakî aştiyane digel fenera hêvî û omîdiyê...
Em Kurd digel Partiyên me yên rêzanî bi hêvî ne ku kongirê niştîmanî kurdî bête girêdan, bo serkêşiya serhildana aştiyane bike ligel rêvebirên serhildana Sûriyê bi tevahî û berdewamiya wê.
Li dawiyê, Em wek Rêxistina Xwendekaran ya Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê, bi soz û peyman beşdar in li sersala hevalê nemir Ismaîl Umer, bavê Şiyar, ji bo ajotina xebeta rêzanî bi awayek aştiyane.... û ji bo pêkanîna  Azadî, Aştî û wekheviyê di siya rijîmek şaristanî û demiqrat, ji bo hemî gelên Sûriyê.
Sipas ji bo guhdariya  we ....
* kotina Rêxistina Xwendekaran ya Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê  di kombûna gelirî de li Efrîn ê di 14.10.2011 an de , ya ku parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê lidarxistî .
 





أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر