F Yakoub :
Siba
Di bê siba tav werê der
Ew rengê şêrîn rengê zer
Gul û çîçek xwe bidin ber
Ji dil derkevin kul û keser
Di bê bayê reş werê
Kes ji malê newê derê
Û em bimînin weke berê
Xudê bikê kes nebêjê erê
Di bê carek em bibin yek
Mer bibê dost û heval ev felek
Ji hev bawer kin kes nebêj pek
Ji bo we diyar bikim gulek
Di bê bibarê gelek baran
Çem û rûbar bibin tofan
Û li her erdî bibê wêran
Li me nebin xwedî cîran
Di bê al me werê hildan
Azad bibin mirov û insan
Ez û tu bigirin dîlan
Û roj bibin cejin û seyran
Di bê siba tav werê der
Ew rengê şêrîn rengê zer
Gul û çîçek xwe bidin ber
Ji dil derkevin kul û keser
Di bê bayê reş werê
Kes ji malê newê derê
Û em bimînin weke berê
Xudê bikê kes nebêjê erê
Di bê carek em bibin yek
Mer bibê dost û heval ev felek
Ji hev bawer kin kes nebêj pek
Ji bo we diyar bikim gulek
Di bê bibarê gelek baran
Çem û rûbar bibin tofan
Û li her erdî bibê wêran
Li me nebin xwedî cîran
Di bê al me werê hildan
Azad bibin mirov û insan
Ez û tu bigirin dîlan
Û roj bibin cejin û seyran
13-05-2012
F Yakoub





