EHMED QASIM : Yeketîya hêzên kurdî idî girîngîyake dîrokîye

EHMED QASIM :


 Di pêvejoya rewşa sûrîyêda, û nûçeyên li ser zemînê ku roj bi roj rûyê rewşa sûrîyê didê ber şopeke ne zelal, û paşeroja vî welatî ber bi rewşeke taluketir da diçe, ê me kurd pêwîste em çi bikin?
 Gav bi gav, îz û şopa şoreşa sûrîyê têne guhertin li gora dest tê werdana nav dewletî. Li gora wê yekêjî, opozisyona sûrîyê dikevê ber alozîyên navxweyî û perçebûnê. Rewşa vî welatîjî bi şêwakî tiracîdî têye hilweşandin li bin gulebaranin rêcîmê li dijî xwepêşander û (serbazên azad). Îro roj, bajar û bajarok ketine ber top û tangên rêjîmê, ku, ji Derayê bigir, ta bi dor û berê Dîmeşqê û Hums Û Hema û Udlub Û dora Helebê, her weha Dêra zorêjî ketine nava şerekî bê rawestan. Heta hebûna çavdêrên navdewletîjî nikanin tiştekî ji dozê bidne guhertin, û Sûrîyê ji vî şerê navxweyî ku despêkiriye derxînin. Nemaze, em dibînin nakokîyake bê çare ketîye navbera ( Elewî û Sune). Bo vê em mafdarin di tirsên xweda, ku Sûrîya ber bi şerekî navxweyîda diçe, û kes li holê naxewînê ku vî şerî rawestînê, û Sûrîyê ji vê xwekujîyê felat bikê. Ta hewlên navdewletîjî berî Sûrîyê didine şerekî navxwe, di demekêda ku nikanin biryarekî di derheqî vê rêjîmêda bistînin û tund û tujîyê rawestînin, da ku xelkê vî welatî jî bighê mafê xweyî çareserî.
Di nava vê rewşa aloz û talukeda, kurd û hêzên kurdan çi dişopînin, û pirojeya van hêzan çine, û pêşeroja wan di kîjan stiratîcîyêda rû didê?
 Pirsin dîrokîne, dibê ji niha û bi şûnva em li ser bisekinin û bersiva van pirsan bi aşkereyî bidin, da ku dilê xelkê mejî vehesê, û nekevê nav sawir û gumanên bê bingeh.
 Tê zanîn ku hêzên kurdan ewjî di nav xwe da perçe perçene. ENKS, ku ji 15 partîyan û komelek xelkên serbixwe hatîye damezrandin. Li tenişt vî encûmenî, hêzên PYD xwe bi rêxistin kirine di warî rêxistinên bi navên sivîl li hêlekê, û li hêlekêjî, çekdarên vî partî li ser zemînê cîyên xwe digrin, bi taybetî, li herêma Efrîn û navçeya Heleb, û ta bi astekî li kobanî jî xwe bi cî dikin, herweha li cizîrê,nemaze li bajarê Dêrîkê. Li tenişt van herdu hêzan, ENKS û PYD yeketîya hêzin demuqrat xwe bi nav dikin, çend gurup û rêxistinin sîyasî û hevrêzin gêncanin. Li kêlek vanjî tew roj bi roj navin nuh derdikevine holê, û em nizanin ka çawa ev navan xwe rêz dikin û çawa xwe bi rêva dibin.
 Bibê nebê, emjî miletekin, têrî mejî nakokî û kêşeyên meyin idyolocî û bîr û ramanên cûda cûdayî hene. Ev jî ne şerm û nejî kêmasîye ji civaka meyî kurdî re.
Lê tiştê ku em li ser bisekini, ewin, ka çawa em kanibin bi yek helwêstî herne nav kêşeyên li ser zemînê sûrîyê roj bi roj rû didin. Çênabê em bibêjin tiştên li dervayî herêmên kurdî dipejirin, pêwendî me pêva nînin. Pêwîste em zanibin her tiştek di nava sûrîyêda rû bide, pirka xwe davêjê ser herêmin kurdî jî. Bo vê yekê dibê em amadebin ji her bûyerên paşerojêra. Ji bilî vê yekê jî, giringe em di navxweda bighêne istiratîcîyeke hevpar bo parastina esayîş jiyana xelkê kurd di rewşeke wihada. Ew parastin û xweberpirsîjî nayê holê eger em di nav xweda ne rêzkirîbin.
 Niha, ne tenê hêzên me ne li ser hevin, ji wê bi tirstir, em di bin çavanra li hev dinêrin. Ev jî, tê xûya kirin li ser zemînê, ku çek di nav xelkê mekevê wê çi rûyî bidê. Bê guman, eger rewş wisa dom bikê, bazirganên çekfiroş amadene çekan bavêjin nava xelkê me, û pereyên xwe ji alîyên din wergirin. Ji ber gelek xelkên dinjî hene dixwazin şerekî navxweyî di nava kurdanda jî rû bide. Gelo em çiqas amedene ku şerekî wusa di nav meda neqewimê? Di nava rewşa îroda, û şopandina min ji rewşa kurdîra, ne tenê ez amedekarîyê nabênim, belê ez hêvotinin ters û xerab dibînim di navbera hersê hêzên kurdîda. Raste ê bi çek îro hêza PYD ye, lê ku ewên dinjî bibne xwedî çek, wê kanibin li hember hev xwe ragrin? Ez bi şik û guman li ber vê pirsê disekinim.
 Bi aşkereyî, hewlên rastî hene, ku çekdarên ENKS çê bibin. Di wê demêda, wê hêzin dinjî derkevin holê bi alîkarîyên dest têwerdanin ji derva. Di wê demêda kî kanê kê biseknînê? Îro roj çavsorîyên di nav partîzanên partîyên ENKS û yên PYD da, egere bi çek bibin ji hevra derbas nakin. Ev rastîyeke li ser zemînê rû daye. Eger kes vê rastîyê nabêjê, lê her yek dibînê û pê hest dike. Kî berpirsyare eger tiştekî xerab rû bide? Bawer dikim îro ji her rojê giringtire ku em li ser van pirsan rawestin berî serî me herê nav xwekujîyake birakujî, eger dest pê bikê nayê rawestandin. Bo vê yekê, ji hemî hêzin kurdî tê xwestin li hev bicivin û çareserîyeke hevpar di nav hevda wekî girêbesteke netewî bi hevra mor bikin, û soz bidne miletê kurd, ku xwîna kurd li kurd herame, û ti rojan wê birakujî di nava kurdanda rû nedê.

                           EHMED QASIM
                        Nivîskar û sîyasetmedar       28/4/2012






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر