F Yakoub : Çi bêjim !!


F Yakoub  :


Çi bêjim !!
Çi bêjim ji te ra
Tu dûrî pir ji min
Rojên me yên berê
Dîsa tên bîra min
Wexta em bi hevra
Hê wa li ber çavên min
Te wa ji min ra di got
Tu wî bes yara min
Ji dev te ber nadim
Go bibin canê min .
Qet ne di ket bîra min
Rojekê tu herê ji ba min
Îro ez çi bêjim
Tu dûrî pir ji min
Laşê min ji te dûre
Lê tu wî canê min
Bê te jiyan tehile
Şêrîn na bê li min
De tu bizîvire
Careka dî li min
Destê xwe dirêj bik
Zorê hilde ji ser min
Tu were bêhn bike
Vê gula dilê min
Wê ji xwe ra veke
Av de dilê min
Ji xewê şiyar bik
Tu hiş û aqilê min
Cark dî min şa bik
Hê tu wî yarê min

19-02-2012
F Yakoub




أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر