Ocalan û Ozal li başûr gelek caran hev dîtine‏


kl:15,31 16|06|2012 Sawtalkurd



AVESTAKURD / Mudurê ofîsa serokomarê Tirkiyê yê berê Turgut Ozal, Işbaşaran di hevpeyvîneke xwe de gelek tiştên balkêş gotin.
Feyzi İşbaşaran dibêje, "Ozal û Eşref Bitlîsî hevalên hev yên zaroktiyê bûn. Ew her du jî ji Meledê bûn (Malatya) Her du yan jî dixwestin pirsa Kurd çareser bikin û PKK biqedînin..."
Işbaşaran berdewam dike û dibêje: “Hem Eşref Paşa hem jî Özal, li bakurê Iraqê gelek caran bi Ocalan re rûniştin. Ocalan hatibû îqnakirin. Wê sîleh bildeng bimana, lê belê temê wan têr nekir.

Işbaşaran di hevpeyvîna xwe de ku bi rojnameya Takvim re çêkiriye, dibêje: „Barzanî û Talabanî dikirin behane û li aliyê din yê sînor Ocalan û Ozal dihatin cem hev. Ozal, di wê fikrê de bû, eger pirsa Kurd neyê çareserkirin, Tirkiyê mezin nabe. Rîsk da ber çavên xwe...”

Işbaşaran dibêje wiha dibêje: “Ocalan navê 70 kesan da. Me hemû, bi şertê ku 10 salan li Ewropa danekevin, dişandin Îskandanavya. Ocalan Norwêc daxwaz kir. Wê milîtan bêdeng vegeriyana gundê xwe, wê hemûyan 10 km. Li pêş sîlehan danîbana. Li ser her tiştî hatibû lihevkirin, lê belê nebû...“
Işbaşaran dibêje, pirsa Kurd bû sedema ku Ozal were kuştin. Ji ber ku wî dixwest pirsa Kurd çareser bike hate kuştin.

Fevzi Işbaran bi xwe Kurd e û ji Elazigê ye.

Dibêje ew weke yek ji neferên malbata Ozal bû, heqê wî hebû, Ozal ji xewê jî şiyar bike, xwe yek ji malbatê didît.

AVESTA KURD
http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/ocalan-ozal-li-basr-gelek-caran-hev-dtine-h631.html
Nûçeyên din:
Nûnertiya Kurdistanê li Viyanayê hat vekirin
"Ew 13 parlementerên terorîst kî ne?"
Laşê Mihemedê 2 salî perçe perçe kirin!
Erdogan: BDP û MHP yekin
“Ezê dest ji posta Serokomariyê bikişînim“
Belgefîlma Zindana Diyarbekirê derket
Cezayê 7,5 sal zîndan ji bo Dê û Bavê zarokekî
Şeva spaskirina Xelefê Zêbarî
Malikî ji helwesta xwe nayê xwar
Plana Emerîka ya li dijî Sûriyê amade ye









أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر