Birayê Mistefa Îsmaîl êşa te ya me ye


Hozan Xelîl Efrînî :
Birayê Mistefa Îsmaîl êşa te ya me ye
kl:10,27 29|06|2012 Sawtalkurd

Ji bo malbat û dost û hevalên rêzdar mamoste Mistefa Îsmaîl yên xembar
Ji bo tevahiya glê me yên bi qiswet
Ji bo her kesên ku ji rastiya dûr û nêzîk
Ew rûdana îro em gelek xemgîn û xembar kirin, ji ber ku ew bûyer di navbera du birayan herêma Cezîrê de pêkhat û  di encamê de, birayê fedekar yê Ji Kobaniyê xwe kir bi martala parastina birayê xwe yê biçûk ku guleyên reş neghîjin wî.
Weku hat zanîn ku îro di demjimêr 11’an de, li bajarê Silêmaniyê, di avahiya Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî de, pevşnek di navbera du welatiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê de derketiye û herduk jî akinciyê bajarê Silêmaniyê ne û di encamê de, mamoste mistefa Îsmaîl birîndar bû.
Mamoste Mistefa ji ber rawestandina pevçûn û şerê herdu bira, cane xwe kir martalê parastina cane birayê xwe û niha jî bi çar guleyan birîndar e, lê ji ber rihmeta xwedê, neştergeriya wî biserketî bû, dilê me hemûyan hênik kir.
Min dema ew nûçe bîst, min bwer nekir ku du Kurdên Rojavayê bighêjin wê astê ku guleyan bidin ber çavên hev û rûdanên ne rewa bêne kirin, lê mixabin her wisa bû, bira bi bira, li xerîbiyê û dûr li mal û zarokan mamoste Mistefa di nexweşaneyê de bi çar aliyên xwe dinale, lê ewnalîn wê bibe deryaya dostanî û biratiya gelê me û wê bibe dersek taku em bi hêminî û serxweyî livîna xwe bikin.
Lê mixabin yekser me hinek nûçe bîstin ku hinek dost û alîgirên partiyên me yên Rojavayê Kurdistanê yekser Partiya PYD’ê tawanbar kirine, bê ku rastiya mijar û bûyerê bizanibin, bê ku nûçeyê baş bibîsin, bê ku jêderê nasbikin, bê ku bûyerê reve bikin û hûr binirxînin, yekser Partiya Yekîtiyan Demokratîk tawanbar kirin, ez gelek xemgînim ji vê rewşê, ev nexweşiyeke mezine, birîneke bê dermane, gelo ev nexweşî û birîna bê derman wê çawa çareser bibe, gelo çima ew yekser neyarên doza gel tawanbar nakin û yekser aliyekî siyasî mezin xwedî hêz û proje, bi esanî tewanbar dikin.
Bi rastî ev gelek zehmete ji bo ew kesên ku xwe bi siyasetmedar û rewşenbîr dizan in û di her rûdanekê de, yekser û bê şirove û nirxandin partiyekî siyasî Kurdî tawanbar dikin.
Ez hêvî dikim ku êdî em ji qalibên partîtiyê derkevin, bila sîstema civaka sivîl û demokratîk di nava peywendî û têkeliyên me yên rojane de bihêztir bibin, bila ber bi pêş ve biçin, dibe ku em div a qonaxa hestyar de, xwedî li yekîtiya rêzên neteweyî derkevin û biparêzin û rê nedin parçebûn û neliheviyê, rê nedin bi neyarên rêya azadiya gelê me, tenê eê bibin parêzvanên rastiya doza gelê xwe.
Ji ber ku ew şehîdên rêya azadiya welat û bi taybet yên li Rojavayê Kurdistanê, şêxê şehîdan Şêxmaşûq Xeznewî, Meşel Temo, Osman Silêman Dadalî, Bavê Cûd, Nesredîn Burhik, Şêrzad Alamdarî, Xebat Dêrik, Ferîde Ehmed, Gulê Selmo û tevahiya şehîdên ku di rêya azadiya Rojava û Kurdistana mezin de xwîna xwe rijandine mineka ronahiya azadiya me ne, rêber û şopnasên gelê me ne.
Tikaye ji hemû nivîskar û facebooknivîsan daxwaz dikim ku êdî li cihê nivîsa teşhîrwariya li djî partî û tevgerên Kurdî, em li dijî kiryarên neyarên xwe pênûsan bilivînin, eger ji bo rexneyan be, mafê her kesî heye rexneyan bike, lê bila bi zimanê dayîkê be,bi Kurdî be, ne bi zimanê neyaran be taku li me şa nebin û dilê wan hênik nebe.
Di dawiyê de, ez serkeftin û serfiraziyê ji şoreşa gelên Sûrî bi giştî û bi taybetî jî şoreşa me ya li Rojavayê Kurdistanê re dixwazim û ketina rêjîmê nêzîk bûye, wê her biroxe û xwîna şehîdan li arê naçe.
Birayê hêja Mistefa Îsmaîl ez ji dil de, xwezyarê başbûna tendirûstiya teme, tu di bîriya me de yî.

Birayê te Hozan Xelîl Efrînî
Silêmanî
29-6-2012








أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر