Girîngiya Kongireya Rêxistinên Sivîl yên R. Kurdistanê

Hozan X. Murşid Efrînî :


Di serî de, ew komkujiya ku li dijî xelkên sivîl yên li bajarê Humsê hatiye pêk anîn, cihê þermezarî û redkirinê ye, ji bo wê jî, ez bi tundî êriþên rêjîma Be`es ya Sûrî li dijî zarok û jinên bajaroka Holê ya Humsê þermezar dikim û bang li hêzên navdewletî dikim ku derbarê vê komkujiyê de, lêkolîneke berfereh bikin taku ew bûyer careke din dubare nebe, eger na wê demê civaka navneteweyî jî, bi rêjîma Be`esê re hevpare û piþtîvanê pêkanîna komkujiyên li dijî mirovên sivî û bê tawan e.
Ji bo pêþxistin û guhertinên girîng di kar û xebatên rêxistinên sivîl yên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de, di roja 24-5-2012`an de, li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, di hola hotêla Çarçirayê de, bi piþtîwaniya Rxistina Geþkirina Þarestaniyetê(CDO) û Koma Yasavanên Londinê (LLG)kongireyeke taybet pêk hat.
Her weha ji bo geþepêdana kar û xebatên rêxistinên sivîl û mafperweriyê li Sûriye bi giþtî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bi amadebûna nûner û endamên rêxistinên sivîl wek Hozan Efrînî û Perwîn Mihemed ji aliyê rêxistina Komeleya Kenedî-Kurdî ya mafên Mirovan ve, Dr. Cewîdan Hesen û  Mediya Qmîþlo ji aliyê Însiyetîfa Piþtgiriya Rojavayê Kurdistanê ve, Dilþa Yusif ji aliyê Rêxistina Maf ve, Ehmed Qasim (Bavê Þêro)ji aliyê rêxistina Komeleya Civakî yê Kurdên Sûrî ve, digel rêxistinên din yên Herêma Kurdistanê û yên Rojhiulatê Kurdistanê, bi serpareþtiya Rêkxistina Geþekirina Þarestaniyetê (CDO) û Koma Yasavanên Londinê(LLG) kongirê dest bi karên xwe kir.
Di destpêka kongireyê de, endamê rêxistina CDO’ê Bextiyar Ehmed bixêrhatina mêvanan kir û bi xulek bêdeng jib o rêzgirtina pakrewanên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê dest pê kir. Her weha piþtre her yek li berpirsê CDO`ê Ata Mihemed û berpisa Koma Londinê ya Yasavanan Catriona Vine, goterên derbarê lidarxistina wê kongireyê û girîngiya wê ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate pêþkêþkirin û piþtre jî dest bi bicîkirina bernameya kongireyê bû.
Di bernameya kongireyê de, panêlek ji aliyê rojnamevan Hozan Xelîl Efrînî û bi alîkariya helbestvan Dilþa Yusif û Dr. Cewîdan ve bi rê ve çû, di wê penêlê de, rewþa civaka sivîl li Sûriye bi giþtî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rola rêkxistinên wê yên sivîl di guhertin û pêþxistina civakê de, her weha bandora xirap yê rêjîma Be`esê li ser kar û xebata rêxistinên sivîl hatibû pêþkêþ kirin.
Her weha di wê kongireyê de, gelek mijarên derbarê pêþxistina kar û barên rêxistinên sivîl hate gotûbêjkirin taku çareserkirina astengî û pirsgirêkên aloz ku li pêþiya pêþketin û guhertinên civaka sivîl hene û piþtîwaniya hemû rêkxistin û karên wan yên derbarê bi sivîlkirina civaka Sûrî û ya Kurdî de hate gotûbêjkirin.
Di dawiya kongireyê de, piþtî gotûbêjeke berfereh ji aliyê hemû endam û berpirsên rêkxistinan de, biryar hate girtin ku komîteyek ji bo amadekirina danûstandina digel alî û rêxistinên sivîl bête damezrandin digel hemû aliyan gotûbêjan bike taku kongireyekî berfereh ji bo rêxistinên sivîl(þarestanî) yên Sûrî û Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bête amadekirin, digel komîteyeke ji rêxistinên sivîl yên Herêma Kurdistanê bo piþtîwaniya lidarxistina kongireyê li Herêmê, lê rêxistina CDO’ê lêçûn û amadekariyên teknîkî û aborî li stuyê xwe girt.
Em dikarin bibêjin ku îro dem dema kar û xebata rêxistinên sivîle, çi li Kurdistanê û çi li cîhanê dibe bila bibe, ji ber wê yekê jî, pêwþst e, partî û aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê nebin asteng, lê pêwîst e bibin alîgir û alîkarê karên rêxistinên sivîl taku em tev bihevre vê xebatê bighêjînin armaca bilind ku civakeke sivîl(þarestanî) bête avakirin.
Ji ber ku îro hemû dunya girîngiyê didin bi rêxistinên sivîl û xebata wan di tevahiya deverên dunyayê de, li hemberî wê yekê ji hemû part û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tê xwestin ku rêxweþker bin ji bo pêþxistina karên rêxistinên sivîl dûr li ecnideyên hizbî teng û em hêvîdar in ku wê bi wê rengî jî nêzîk bibin û erkên xwe yên neteweyî bi cîbînin.
Hêjayî gotinê ye ku ev  yekemîn care ku li Herêma Kurdistanê kongireya taybet ji bo kar û xebatên rêxistinên civaka sivîl li Sûriye mû Rojavayê Kurdistanê bête lidarxistin.

-Hozan X. Murşid Efrînî
-28-5-2012-
-Silêmaniyê—Herêma Kurdistanê









أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر