Hozan X. Murşid Efrînî :
Bi helkefta 114`mîn salvegera rojnameya “Kurdistan” li tevahiya rojnamevan û reşenbîr û hemû çîn û tiwêjên gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê dixwazim.
Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara xweşbîn û rengîn, gipik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya binavê Kurdistann jî di mêjk û hizrên gelê me de vejiya û bîranîna wê hate pîroz kirin.
Di hersal de û di roja 22-04-2010 an de, salvagera vêketina mûma yekemîn ya vebiriqandina navê rojnameya bi navê “Kurdistan” herdem li ser destpêka rûpelên rojname, Kovar, malper û serlêvan e. Her weha di wê rojê de destpêkirina dîroka weşana rojnamevaniya Kurdî hate bi destnîşan kirin û bûye bi rojeke girîng ji tevagiya gelê me re.
Weku têzanîn ku em hemû ji bo vê rojê xwe bi berpirsyar dibînin û ji bo pêşxistina pirojeyên azadiyên bîr û remanan û hizir û hişên neteweyî yên ku ji aliyê malbata welatparêz û ser rêberên Kurdan, Bedirxaniyan ve destpêkiribû, em baş dizanin ku ji roja rojê ve, kar û xebata wê malbatê mîna nasnameya me yê rewşenbîrî û çandî hatiye naskirin.
Di dîrok bînerê rastiya 114 salên borî de, yekemîn rojnameya Kurdî yê bi navê "Kurdistan" ku di 22-04- 1898’an de, ronahiya xwe da ser rûpelên dîroka gelê me yê aştîxwaz û mafperwer. Her weha bi serpereştiya herdu bira yên ronakbîr û rewşenbîr, Miqdad û Ebdirihman Midhet Bedirxan Beg li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana xwe kiriye. pitşre li Cinêv û Londin û careke din Qahîreyê berdewamiya wşanên xwe dikir.Weke tê zanîn ku weşandina rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke niştîmanperwerî û çandî ji aliyê hemû Kurdan ve tê naskirin.
Salroja despêkirina weşandina rojnameya "Kurdistan", îro ji aliyê hemû dem û dezgehên Kurdî li Kurdistan û cîhanê tê bi bîranîn, bi taybet ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên din yên sivîl ve, weke destpêka rojnamegeriya Kurdî tê pejirandin û bi coşeke mezin û bi nirx tê pîrozkirin.
Ev roj, mîna rojeke here binirxe ji dîroka gelê me yê xebatkar, ji ber ku weşandina wêrojnameyê bi sere xwe şoreşeke hizrî û çandî bû, ez wek rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê, vê rojê bi roja destpêkirina şoreşa hizrî li Kurdistan dinirxînim, ji ber ku ew herdu rewşenbîrên ku bi vê karî rabûn, her bi mebesta destpêkirina şoreşeke hizrî bûne tako bikarbin xizmeteke zelal û sade pêşkêşî gelê Kurd bikin, weku çawa bav û bapîrên wan bi berdemamî di nava şoreşan de bûn tako kar û xebateke resen ji bo azadî û rizgariya niştimanî ya Kurdistanê bikin.
Di roja îro de, kar û barên rojnamevanîya Kurdî ber bi bilind bûnê ve dice, roj bi roj pêşdikeve û derbasî nava ragihandin û medyeyên navneteweyî dibe, ev xebat dê di rûpelên dîrokê gelême de, şûneke teybet bigire û girtiye jî.
Eger mirov li dîroka borî binêrin ku rojnameya Kurdî a ku bi du rewşenbîran destpêkiribû, lê îro bi hezaran ronakbîr û rewşenbîrên cur be cur yên Kurd derketine hole û rola xwe di pêşketina karûbarên rojnamegeriyê de, çi ji hêla nivîskarî, romannivîsî, çêroknivîsî, helbestvanî, rojnamenivîsî û çi ji aliyê bîrdozî û hizrî ve, gelek mezine û ew şoreş mezin û berdewam ta roja îro jî girîngiya wê heye û bi weçerxaneke bê wêne di guhertin û vekşandinê daye.
Ji bo rastiya dîrokê herdem bê vebiriqandin û naye ji bîrkirin, berhemên rojnamegeriya ku îro li Kurdistanê heye, tev berhemên malbata Bedirxanîya ne, yên ku ji tevahî berjewendîyên xwe yên kesayetî û êlwaryên tesk û biçûk dûr ketibûn, taku xizmeta pêşkeftina xebat û tekoşîna rizgariya niştimanî ya Kurd li her çar alîyên Kurdistan bikin.
Ev kar û têgehên ku ji aliyê Bedirxaniyan ve pêşkeftibûn, tişteke pir giranûbihaye, ji bo şoreşa hizrî ş çandî a gelê Kurd wê berferehtir û serfiraz bibe.
Ji bo pêşxistin û ferehkirina kar û xebatên rojnamevaniya neteweyî ya Kurdî li Kurdistan û Cîhan, dibe her rewşnbîr û siyasetvanekî Kurd, xwe bi dilsoziya wê rojê bizanin, bibin berhevkarên erka mezin û giran, taku ev xebat bi serkeftî û bi rêzdariy ve bê berdewam kirin û hizra neteweyî di nava cadeya Kurdî de bê belavkirin û ciheke taybet hebe.
Lewra jî ez bi girîng dizanim ku weke erkekî neteweyî ye ku her rewşenbîrekî Kurd, hewil bide bo xwedî derketin li xebata rojnamevaniya azad a Kurdî, ji ber ku ev xebat û tekoşîn, ji bo me Kurdan pir pîroz û giran qedere, ji ber ku nasnameya me bi cîhan û gerdûnê dide naskirin û belgeyên dîroka me bi tevahiya gerdûnê dide pejrandin.
Ez bi dileke gerim û hizreke xweşger ve, salvegera 112 mîn a rojnameya kurdî a bi navê '' Kurdistan'' li hemû gelê me û bi taybet li xanima Kurd a mezin, xato ''Sînem Bedirxan'' pîroz dikim.
Ev roj roja derketina hizrên rast û dirûstin, roja ronahîkirina rastiyên veşartîne, roja bi destxistina bîr û nêrînên azade, roja nehîştina sitem û ne rewatî li dijî gelê Kurde.
Careke din, bi helkefta 114’mîn salyada rojnameya Kurdisan ku di roja 22-04-1898 an de li Qahîrê paytexta Misrê hatibû weşandin, pîrozbahiyê li hemû rojnamevan, nivîskar, ronakbîr , rewşenbîr û siyasetvan gelê Kurd yên xebatar dikim, bi taybet yên ku di nava tekoşîna rizgariya neteweyî de li her çar alîyên Kurdistan û Cîhan cih digrin û wan silav dikim.
He weh bi vê yadê, ez srkeftin û serfiraziyê ji tekoşîna gelê me li Rojavayê Kurdistanê re dixwazim û silavên xwe yên bi germiya şoreşê ji Dêrik, Amûde, Qamîşlo, Serê Kanî, Kobanê û Efrînê re dişînim û dibêjim li we pîrozbe 114’mîn salroja rojnameya Kurdistan û hr bijî gelê Kurd û Kurdistan.
Hozan X. Murşid Efrînî
Kurdistan -Silêmanî
22-04-2012