Hozan Murşid Efrînî :
Li Rojavayê Kurdistanê pêþkeftinên girîng rûdidin û guhertinên çûnyetî jî tên jiyan kirin bi taybet piþtî diyardeyên nerewa yên kuþtina serbazên Kurd li nava artêþa Sûriyê, ciwanên Kurd bûn xwediyê biryareke dîrokî û êdî wê naçin serbaziya rêjîma Sûriye û wê di bin sêberiya alaya parêzvanên gelê Rojavayê Kurdistanê de bibin erkdar.
Li Rojavayê Kurdistanê li gorî hinek agahiyên herêmî didin xuyakirin ku li navçeyên parêzgeha Helebê wek Efrîn, Kobanê, Bab û navenda bajarê Helebê ku navçeyên Kurdî tê de ne wek Çiyayê Seydo(Þêx Meqsûd) û Eþrefiyê, ku bi giþtî nêzî 2 milyon Kurd tê de dijî, piþtî beyannameya Koma Ciwanên Rojavayê Kurdistanê(KCRK) ya derbarê neçûna artêþa Sûriyê, hejmareke mezin ji ciwanên Kurd xweþhaliya xwe û razîbûna xwe nîþandane û ew biryar bi biryareke dîrokî hatiye nirxandin.
Weku hatiye zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Heleb û Efrîn û Kobaniyê, êdî ciwanên Kurd naçin serbaziya rêjîma Sûriyê û wê tevlî komîte û tîmên parastina gelê Rojavayê Kurdistanê bibin.
Di wê derbarê de, yek ji ciwanên wê rêxistinê ku nexwast nave xwe aþkire bike, dibêje ku piþtî kuþtina hejmareyek mezin ji serbazên Kurd di nava serbaziya artêþa Sûriye de, me weku ciwanên Kurd yên li navçeyên ser bi bajarê Helebê û navçeyên di navenda bajarê Helebê de, wek Þêx Meqsûtê, Eþrefiyê û li navçeyên derveyê Helebê weku Kobanê û Efrîn û Babê, biryara xwe ya derbarê neçûna serbaziya rêjîma Þamê aþkire kir û me bi yek dengî gotiye: Na ji bo çûndina serbaziya rêjîmê, belê ji bo tevglêbûna hêzên parastina xweyî ya Rojavayê Kurdistanê.
Her weha biryara Koma Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ya derbarê neçûna serbaziyê û tevlêbûna ji komîteyên parastinê re ji aliyê hejmareke mezin ji ciwanên Kurd ve, hatiye pejirandin û bi dilsozî ew biryar erê kirine û soza wê yekê dane ku êdî ewê ti carî nebin serbazên rêjîma dagîrkerê Rojavayê Kurdistanê.
Li gor bernamerêza Koma Ciwanên Rojavayê Kurdistanê(KCRK) ku bernameya erkên sereke ya wê rêxistinê, ya derbarê rol û erkên wan yên parastina pîrozbahiyê gelê Kurd û nirxên neteweyî de, hatiye ku pêwîst e di hemû cih û deverên Kurdî de, tîmên gerok û pasavaniyên þevê di erkên xwe de bikar bikin, rojane wê ji 6 êvarê û heya 8 sibehê berdewam be, dibe xwedî li nirxên û giranbuhayên gel derkevin.
Her weha wî endamî, di dirêjahiya axiftina xwe de, dibêje ku nabe ciwanên Kurd, di vê demê de ji welêt dûrkevin û derkevin derve û pêwîste ewên li derveyê welêt, vegerin nava axa welat, ji ber ku îro Rojavayê Kurdisatnê pêdivî bi ciwananên mêrxas heye.
Li gor wî endamî ku piþtî biryara neçûna serbaziya rêjîma Sûriyê, ji aliyê hejmareke mezin ji ciwanên Kurd yên navçeyên cuda cuda ve, di heyama 2 hefteyan de bi qasî 515 ciwanî biryara neçûna serbaziya rêjîma Sûriye daye, her weha daxwaza wan ji bo tevlêbûna rêzên komîteya parastinê hatiye pejirandin û coºeke mezin tevlî rêzên komîteya parastinê bûne.
Li gor jêderên agahdar ku Helebê 150 ciwan, li Efrînê 250 ciwan, li Kobaniyê 100 ciwan, li Babê, 15 ciwanên Kurd tevlî komîteyên parastina xweyî yên navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûne.
Lê nûçeyên here xweþ ew eku êdî ciwanên Encûmena Neteweyî Kurdî jî wê di nava komîteyên parastinê de cih bigrin, her weha ev pêngav wê gelek serkeftî be, bi taybet di van demên dawiyê de, li navçeyên Efrînê di navbera Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd û ciwanên ser bi PYD’ê de, ew proje tê bicîkirin û hemû gund ji aliyê gundiyên xwe ve û hemû bajarok û navçe ji aliyên xelkê wan deveran ve, tên parastin û ew jî cihê serkeftin û serfiraziyê ye.
Lê em bi hêviya biyarekî fermî ji aliyê ciwanên Encûmena Neteweyî Kurdî ne taku êdî çûndina ciwanan bo leþkeriya rêjîmê nemîne bila firmêskên çavên dayîkan rawest.
Hêjayî gotinê ye ku heyva adarê de, Koma Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di beyannameyeke xwe de, aþkire kiribû ku êdî ji îro û pê ve nabe ti ciwanekî Kurd biçe bo serbaziya rêjîma Sûriyê, ji ber ku êdî rewabûna wê artêþê nemayî û be sedan lawên Kurd yên ku serbaz bûn bi awayeke nediyar jiyana xwe ji dest dane û heye niha jî kuþtina ciwanên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê berdewame.