CKAHR.INC êrişên Tirkiya li ser pîrozkirina Newrozê şermezar kir


kl:11,33 24|03|2012 Sawtalkurd


Di rastiya diyalktika parastin û xwedî derketina mafên mirovan de, pêwîst e her kes li bendên serke yên Danazana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan vegere û li gorî wê livîn û paêzgeriyê li mafan bike.
Bend 1
Hemû mirov azad û ji aliyê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiş û wijdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkayî li hev bikin.
Başe eger em li gorî vê bendê lêkolînê bikin
Bend 3
Jiyan, azadî û ewlehiya kesanî, mafê her mirovî ye.
Eger bi vê awayî mirov bûyera li Stenbolê ya endamê serkirdeyetiyan Partia Aştî û Demokrasiyê tê de jiyana xwe ji des daye u bi dehan mirovê sivîl birîndar û ji aliyê hêzên ewlehiy Tirkiyeyê ve hatine binçav kirin, ew li dijî bendên Danazana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan e.
Ji ber ew xelk jib o pîrozkirina roja Newrozê hatibûn ba hev û ew roj jî, ji aliyê rêxistna Neteweyên yekbûyî ve bi rjeke cîhanî hatiye naskirin u ji bo 300 milyon kes ew roj hatiye biyasakirin ku roja cîhanî ya gelên Ariyanî ye.
Li gor birya û destûr û yasayê rêkxistina UNESCO ku ser bi Neteweyên Yekbûyî ye û ji aliyê 20 welatên cîhanî ve hatiye damezrandin, lê mixabin Tirkiye jî yek ji damezrênerê wê ye û pabendiya xwe bi biryar u yasayên wê rêxistinê ve nake.
Weku tê zanîn ku di 30-09-2009 an de li Newyorkê, pêşniyara ku ji aliyê welatên Êran, Efxanistan, Tacîkestan, Qîrxîstan, Ozbêkistan, Ezirbeycan û Tirkiye ve hatibû pêşkêşkirin, daku weku rojeke Cîhanî û cejneke fermî bê nasandin, piştî ku Neteweyên Yekbûyî (UN) lêkolîn û liserçûn ji bo wê pêşniyarê kir, ew pêşniyar xiste dengdana welatên endam û bi piraniya dengan, Roja Newrozê wek rojeka Cîhanî hatiye pejirandin û di 14-11-2009 an de, bi fermî hatiye ragihandin ku êdî ew roj ji bo 300 milyon kese ku di sertanserê cîhanê de wê bi fermî bête pîrozkirin û dibe rêz ji bo wê rojê bê girtin û were bi aramî û destûrî bête pîrozkirin.
 Tê wê wetayê ku dewleta Tirkiyeyê, bi xwe endameke ji damezrêneê wê rêxistina navneteweyî ye, îsal di Newroza 2712’an de, ew biryara, bicî nekir û du tawanên mezin bi hevra kiriye, tawana yekê, binpîkirin û rêznegirtina biryar û neteneweyên yekbuyî ku welatê Tirkye jî bixwe ew biryar pesend kiri bû, ya duyemîn jî ew e ku di roja cejina Newrozê ku ji aliyê 300 milyon kes vê ji 3000 sal beriya niha ve tê pîrozkirin, bi awayekî hovîtî û dûr li rastiya parastina maf û azadiyên mirovan, êriþ kir ser xelkê sivîl yên Kurd û di encamê de li bajarê Stenbolê serkirdeyekî BDP’yî yê bi nave Hacî Zengîn jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne û bi sedan kes jî hatine binçavkirin û êriþeke nerewa li dijî hevserokê Kongireya Civaka Demokratîk (KCD)ê rêzdar Ehmed Hacî SînanTurk pêkaniye û bi bi giranî birîndar bûye.
Li gor biryar û destûryasaya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina UNESCO ‘yê Tirkiye ji bo qedexekrina Newrozê û koþtin û birîndarkirina xelkê sivîl yên jib o pîrozkirina roja cîhanî ya Newrozê daketibûn qadan, binpêker û tawanbar e.
Ji bo wê yekê, em wek Komeleya Kenedî-Kurdî ya mafên mirovan bûyerên tunûtîjiya ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li dijî şêniyên sivîl yên Kurd li Stenbol û Amed û Batmanê, pir bi tundî şermezar dikin û ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz dikin ku lezgîn derbarê wan binpêkirinên ku derbarê mafên mirovan û biryara UNESCO ‘yê ve hatine kirin de, lêkolîn û lêpirsîneke dadwerî veke û li gor rastiyan kesên destên wan di wê bûyerê de hene,  bêne sizayekirin û bendên dadweriyê bêne bicîkirin da ku ew binpêkirin careke din dubare nebe.
Her weha di vê derbarê de, em ji malbata Hacî Zengîn re serxweiyê dixwazin û ji rêzdar Ehmed Hacî Sînanê Turk re jî tendirustiyeke baş û cansaxiyê dixwazin.

Komeleya Kenedî-Kurdî Ya Mafên Mirovan(CKAHR.INC)

23-03-2012






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر