Hozan Efrînî : Apê Cemîl di zincîreya kesayetiyên Kurdaxê de


Hozan Efrînî :

Weko em hemû dizanin ku mirin, koça dawî, ji vê dinê barkirin, dawî bi jiyan hatin û her weha gelek wişeyên din yên girêdayî
felsefeya jiyana mirovan hene û di diyalîktîka guhertina jîn û vejîna mirovan de, ev yek heye û ji ber wê yekê mirov di wan mijaran de, xemgîniya xwe û diltengiya xwe nîşan dide.


Lê di rastiya vejandina jiyannameya mirovan de, xweşî û nexweşî heye, berxwedan, binketin, serketin, pêşveçûn, şûnketin, di hemû warên jiyanê de, herdem li pêşiya mirovan vedibirûse.
Ji ber wê yekê jî, em her dilgiraniya xwe û diltengiyê ji bo koçkirina  her mirovekî baş tînin ziman û em serxweşiyê ji malbat û xizmên wan re pêşkêş dikin.
Di vê nivîsê de, ez li ser koça dawî ya apê Cemîlê Hesenê Hisgulka pênûsa xwe ji xwendevanên nivîserê Kurdî re dilivînim û dinivîsim.
Em serxweşiyê ji bo koça dawî ya apê `Cemîlê Hesenê Hisêgulka` li gundê Miskê ya herêma Kurdaxê dikin.
Wek tê zanîn ku ew malbat ji destpêka jiyana xwe de, bi berdewamî di nava kar û xdebata netewiya Kurd û Kurdistanê de bûye û ti rojê, li hemberî doza gelê xwe engelî yan nerihetî çênekiriye, lê bi bervaja, her dem, xizmeta mirov û neteweya xwe kiriye.
Apê Cemîl jî yek ji wan kesên ku bi ramanên hevbeş û jihevnêzîkirina aliyên nakokdar di gundê Miskê de bû, dilfereh û bênfereh bûye, digel hemû alî û çîn û kesayetiyên gelê xwe civiyaye û li ser riya rastiyê axiftinên xwe bi bê alî an jî ecnîde pêşkêşkiriye.
Nûçeya koça dawî û ji nav me barkirina Xwedê jê razî apê me Cemîl yê xwedî cih û nav û bang û Kurdperwer û dilsozê dostanî û rewabûna civakî di herêma Kurdaxê û bi taybet li bajaroka Cindirêsê, em gelek dilteng kirin û roja li ezmana gundê Miskê bi xatirxastina xwe ya dawiyê, reş û tarîk kir, bi wê xatir xwestinê, av û baya derdora gundên Miskê, Gorda, Çobana, Kora, Kefirsefrê, Çeqele, Xerza, Xalta, Aşkan, Sîndankê, Bircikê, Qîlê,  Qijûman û gelek deverên din yên bajaroka Cindirêsê û herêma Kurdaxê bê mirûz kir,  ji ber wê yêkê jî, em jî bi were wê xemgîniyê parvedikin û serxweşiyê li xwe û li we hemûyan dikin.
Her wiha ji ber koçkirina dawî ya apê Cemîl, em pirse û serxweşiyê li hemû gelê Kurd û Kurdistanê û bi taybet malbata Hesenê hisêgulkayê bi giştî dikin.
Tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê, tevahiya malbat û xizmên Xwedê jê razî apê Cemîl Hesenê Hisêgulka yên xembar û dilbrîn, tevahiya xelik û cemawerê Kurdaxê û bi taybet gundê Miskeya xemgîn.
Birayên rihmetî apê Cemîl yên rêzdar: Mistefa, Hacî Silêman, Menan, Henan û Hisên
Her sê kurên rihmetî, Evdo, Henan, Menen û Fethî yên xembar
Careke din em ji xwe û ji tevahiya malbat, xizim, dostên Xwedê jê razî, apê Cemîl re serxweşiyê dixwazin û bila temenê dirêj ji bo malbata apê Cemîl û tevahiya gelê me be.
Em ji Xwedayê mezin dilovan , hêvî dikin ku li apê Cemîl bête rihmê û cihê wî jî bike bihişta xwe ya razawî.

Hozan Xelîl Murşid
Kurdistan
4-02-2012




أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر