kl:17,21 16|01|2012 Sawtalkurd
Di roja 15-1-2012`an li bajarê Silêmaniyê, di hola Qawexaneya Kulturî de, semînarek derbarê rewşa mafê mirov li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê berpirsê Komeleya Kenedî-Kurdî ya mafên mirovan li Herêma Kurdistanê ve, bi rê ve çû.
Piştî ku bixêrhatina mêvanan ji aliyê rojnamevanê Rojhilatê Kurdistanê Xalid Mihemed Zade ve hate kirin, bi amedebûna siyasedmedar, rewşenbîr, rojnamevan, çalakvanên sivîl û siyasî, Hozan Efrînî di derbarê binpêkirina mafên mirovan li Sûriye, şirov û nirxandinên xwe pêşkêş kir.
Efrînî da zanîn ku di 10 mehên şoreşa gelên Sûriyê de, bêtir ji 6500 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku di nava wan de, 360 jin û 340 zarokên biçûk jî hene.
Derbarê penaberên Sûriyê û derketina wan ji axa wî welatî, Hozan Efrînî di dirêjahiya axiftina xwe de, aşkire kir ku ji ber operasyonên leşkerî yên hêzên ewlehî û tundûtîjiya şebîheyên rêjîma baes li dijî xwepêşaderan pêk hatiye, bêtir ji 25000 welatiyên Sûrî neçarî koçberkirina welatên Tirkiyê, Libnan û Urdinê bûne.
Di xaleke din yê gotara xwe de, Efrînî daxuyakirin ku rêjîma Ba`es, di siyaseta kuştina serbazên Kurd de, her berdewame û bêtir ji 5 serbazên Kurd, di 15 rojên dawiyê de, hatine şehîdkirin û rêjîm jî kuştina wan serbazan dixe stuyê artêşa azad da ku rastiya faşîzma rêjîma xwe veşêre.
Di dawiya wê gotarê de, Efrînî got: Êdî rêjîma Beşar Esed nikare siyaseta xwe ya pûç û ne rewa berdewambike û rewabûna rêjîma wî jî nemaye û pêwîst e welatên cîhanî û yên Erebî, vîna azad ya gelên wî welatî nasbikin û rêjîma dîktetor nasnekin û şermezar bikin.
Li gorî nêrîna Efrînî ku rêjîma Ba`esê, pabendiya xwe bi xalên ragihandina mafên mirovan yên cîhanî nake ku bi xwe li ser wê yekê mor kiriye da ku binpêkirina mafên mirovan di wî welatî de neye kirin û pêwîst e mafên mirovan bêne parastin, lê li hemberî wê, rêjîma Ba`es di binpêkirina bingeh û xalên serek yên ragihandina gerdûnî yê mafên mirovan berdewame û ev yek jî taqwaneke mezine ku derbarê 30 xalên sereke yên ku ji aliyê welatên cîhanî ve hatiye morkirin û binpêkirineke li ber çav e.

![]() |
| HOZAN EFRîNî û XALID ZADE |