
Îbrahîm ŞAHİN :
KALBÛN
Dilê mın konekî şînê vegirt
Şîna mirina xwe digrim
Di zurin hestên min ê mêr
Hawar hawar
KALBÛN
Dilê mın konekî şînê vegirt
Şîna mirina xwe digrim
Di zurin hestên min ê mêr
Hawar hawar
Ciwanîya min xwe daleqand
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Li dû te man
Biharên zer,deşta birîndar
Hespê qemer bê siwar
Poşmanîya dilê dildar
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Li te bû hesret
Hicra mizgeftan,dengê şêxan û melan
Hesabê erd û milkan , ger a deran
Bejna tewandî,gopalê xwar ,çongên ralîyan
Nema tu bi hejmêrî nod û nehan
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Li dû te man
Biharên zer,deşta birîndar
Hespê qemer bê siwar
Poşmanîya dilê dildar
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Li te bû hesret
Hicra mizgeftan,dengê şêxan û melan
Hesabê erd û milkan , ger a deran
Bejna tewandî,gopalê xwar ,çongên ralîyan
Nema tu bi hejmêrî nod û nehan
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Îbrahîm ŞAHİN (15.01.12/AMED)






