Hozan Xelîl Efrînî : Biratîya Beşar û Gûl.!?






Hozan Xelîl Efrînî :

Di serî de, ez dixwazim bînim bîra xwendevanên nivîserên zimanê Kurdî ku beriya çarsalên derbasbûyî, min gotaret bi navûnîşanê”
 Biratîya Beşar û Gûl.!? Nivîsand û di malperan de hate weşandin”.
Lê ji ber rewşa niha,min bi pêwîst dît ku ez ji nû ve gotara xwe ya 4 salan berê ji were biweşînim da ku mirov hinek ji rastiyên zelal tiştên derbasbûyî, yên niha û yên dahatûyî lihevbîne û bi hûrî tev binirxîne û encaman jê derxîne.
Ji ber ku dîrok wê ti carî ji veşartina rastiyan re, bê helwest namîne. J bo wê yekê jî, pêwîst e ku em hemû rastiyekî ji dîrokê re aşkire bikin da ku di nava rûpelên xwe de, cihekê bide me.
Lê dema ku min ev gotar nivîsand, di wê nivîsê de, ji bo lihevhatineke sertanserî, ji bo yekîtiya netewî û yek helwestiya nîştimanî, min xwest ku hestên gelê xwe bidim livandin da ku fişarê bixin ser serok û aliyên siyasî yên Kurdî û bi hev re bernamerêziyekî netewî bi rengên Amed, Hewlêr, Mihabad, Qamîşlo, Wan, Silêmanî, Sine û Efrînê bête xemlandin û mor kirin.
Xwendevanên birûmet, ev e naveroka gotara min tevî ku min hinek guhertinên normal têde kirî, ez bi hêvîme ku dê bi dilê we be.

-“Piştî ku serokkomarê (Dîktetor) ê berê ya Sûriyê Hafiz Esed mir, kurê wî Beşar  kursiya şahînşahiyê bi destxist, piştre dest bi girtin û kuştinê kir, wek pismamê xwe sedam, peyrowa wêrankirin û  kuştinê girte bi dest. Bi navê têror û lawezkirina hestên neteweyî, perçekirina xaka Sûrî, gelek kes, ji holê rakirin, çi bi zindankirina bê dawî, çi bi înfaskirina ne mirovatî be.
Lê tiştên ku îro, di warên siyasî de, têne bi rêvebirin, gelek nakokin bi boçûn û siyaseta gelê wî re, bo nimûne wek dihate gotin  ku  bavê wî ta mir, digot ez dest ji bostik xaka welêt bernad im, bi taybet berzeyên Colanê ku li jêr çavdêriya Îsraîlê daye. Lîwa Eskenderon jî ku li jêr çavdêriya Tirkan daye,  di roja îro de, rejîma Beşar bi bervajî rastiya gelê xwe kar dike.
Dixwaze siyaset û dîplomasiyetê bike, li gel herdû welatên ku xaka welatê wî dagîrkirine.
Di pêngava yekemîn de, Beşar dest bi berdana daxwaziyên gelê xwe dike, weku morkirina li ser Lîwa Eskenderonê ku bi hîç şêwazekî wê bîr li ser vegerandina wê bo ser xaka Sûriyê nekin.
Ev bi serê xwe destberdaneke mezin e, ji pirensîpên siyaseta welatê xwe, di bin navê biratiyê de…!!! Ma gelo biratiya Evdela Gûl û Beşar ji çi tê…?
Ma gelo ji jina Erdoxan ya bi regez Ereb, tê...?
Ma gel ji ber bidestxistina Lîwa Eskenderonê ku ji estana Sûriyê hate rakirin tê…?
Ma gelo ji rêdayîna firokeyên cengî yên Îsraîlê da ku liser xaka Tirkiyê re bo lêdana şûnwarên otomî Sûriyê tê…­?
Ma gelo ji avakirina bendaveke mezin, a Atatuk û bendava ku li Hesen Kêfê ya ku avê li ser Sûriyê kêm dike û bê av dike tê…?
Di serdana  serokkomarê Tirkîyê Evdela Gûl ya Şamê de, Beşar Esed  ji wî re dibêje em birayê hevi.!!!?
Ez hêvî dikm ku siyasetmedarên me, yên li Bakûr, Başûr, Rojhilat û li Rojavayê Kurdistanê, biratiya Beşar Esed û Evdela Gûl baş binirxînin…Ma gelo di encama wê gotinê de, çi derdikeve holê…?
Bawer dikim ku hemû siyasetmedarên me, wê bikaribin encameke mezin jê bigrin. Ji ber ku ew dijmantiya herdu welatan ku di dîroka dûr û dirêj de hebû, eger hindek berjewendiyên mezintir  di ara de nebin, biratiya wana di roj û salikê de çê nabê.
Wek diyare ku mijara serekî jî, gelê  kurd e. Weku hinek ji gotinên bav û kalan dibêjin ku heft stranên hirçê hene, hemû li ser xwarina rûnê ne.
Êv roj jî, eger her rêkeftinik, yan li hevhatineke neyarên gelê me pêşbikeve,  bi şêwazeke sirûştî, wê li ser tinekirina doza rewa ya neteweya  kurd li her çar aliyên Kurdistanê be.
Ji ber vê yekê, eger ewna dijminên hev yên pir mezin bûn, bi hev re yekgirtin, ma gelo bizava netewî ya kurdî çira nabe yek.? yan nabe bi yek bere (enî), yan bi hevxebat, çi bi dizî yan bi aşkereyî li dijî pîlanên neyarên ku yekîtiya  xwe çêdikin û ji bo ji navbirin û rakirina ji Kurdan hole, li dijî gelê me dixebitin.
Ma gelo partî û rêxistinên me li gişt  Kurdistan û bi taybetî, li Rojavayê  Kurdistanê, nabînin çawa serdanên Gûl ji Sûriyê re tên kirin, li ser çi bingehiyê ye.?
Ma gelo rast e Beşar û Gûl birayê hevin.?
   Ma gelo Erebê bi zayende (regez) Samî, dibe bi birayê Tirkê bi regez Toranî û Gurperest..?
Ma çima di kirdar de, Kurd bi Kurd re nabe bira.?
Ev derdeke mezine ku em têda dijîn, lê ta niha jî em agehdarî rewşa ku em têda dijîn nînin.
Bi rastî rewşa gelê me, ber bi rewşekî nedîyar diçe, evjî dikeve stuyê me hemûyan, çi siyaset medar, çi rewşenbîr, çi hunermend, çi karker bê, dibê ku hewil bidin ji bo derbaskirina vê rewşê.
Bila kes bîr li siloxanên Erdoxan - Gûl - Beşar û Mellayan nekin ku rojekê bangî xelkên me bikin û jê re bibêjin ev mafê we ye û azadiya xwe wergirin. Ev jî xeyal û xewine, ji ber ku siyaseta navnetewî, ne li berjewendiyên me ye…Raste ji bo kurdên me li Başûr derfet çêbû, lê ew jî bi sedema têkçûna peywendî û dosteyetiya Emrîka û sedam Hisên bû.
Ma gelo çi demê Emerîkayê wê ji dil ve, bang li rijîmê Beşar bike da ku Kurdan zîndan neke..?
Kuştinê û bi erebkirina  Kurdistanê neke…?
Mafên mirovan biparêze û pêşêl neke…?
Ma gelo çi demê tevahiya bizava  Kurdî, wê bibêje biratiya me yekgirtina meye…?
Biratiya me hevxebata meye…?
Biratiya me rêgirtine li pîlanên neyarên meye…?

Eger Beşar Esed û Evdela Gûl bûn bi bira ..!!! Ma em her birane,  lê diyare ku newêrin bibêjin em birane..!!! Hêvîdarim  ku em jî li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê, bi yek deng, yek helwest bibêjin, çi li Bakûr û çi li Başûr û çi li Rojhilat an jî li Rojavayê welat, hevxebat û hevnîştimanin, em Kurd her birane.”

Têbînî:

Xwendevanên hêja ev bû gotara min ya beriya çar salan, lê mixabin, îro derfeteke dîrokî ji me re hatiye hole, çareke din e zê bibêjim ku çima neyarên me yên ku her yek ji zeyendeyeke nediyar in, dibin birayê hev.!! Çima em nabin birayê hev ku hemû jî, ji yek zeyendeyê ne..!?
Gelek başe, gelo îro li Rojavayê Kurdistanê, rastî tên veşartin..?
Ez razî bim an nerazî bim, tu razî bê an nerazî be, bi dilê min be an jî na, bi dilê te be an jî na, ew rastiya mina ronahiyê dê di esmana welatê rojê de bête bvebriqandin.
Ji ber ku rastî nayên veşartin û ti carî serê tîrê yê tûj di turên neylonî de nayên veşartin.
Îro di rojavayê Kurdistanê de, sê hêz(Cemser) çêbûne:
1- Tevgera Civaka Demokratîk ku ji, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Civata Gelê Rojavayê Kurdistanê mina cemserekê ye.
2-Kongireya Netwî ya Kurd  (Encûmena Nîştimanî ya Kurd-Sûriye) ku ji 11 partiyan û rewşenbîrên serbixwe û tevgera ciwanan pêk hatî mina cemserekê ye.
3-Yekîtiya Hêzên Demokratîk yên Kurd-Sûriye ji 6 partiyan û rewşenbîr û kesayetî û rêxistinên sivîl pêk hatî mina cemserekê ye.
Ji ber wê yekê jî, ez ji herşê cemseran daxwaza hevkarîkirin li ser bingeha nîştimanî dikim, hêvî darim ku birayên me yên Encûmena Niştimanî, hinekî bêna xwe fereh bikin û alî û nêrînên cuda jî bipejirînin û rexneyên gel ji bi dilekî sade pesend bikin.
Em li ser kanalên esmanî û malperên elektronî dibînin û dibîsin ku hinek ji nûnerên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî, ne cemsera PYD`ê dipejirînin û ne jî yê Yekîtiya Hêzên Demokratîk yên Kurd-Sûriye jî napejirînin..!
Gelo ev mêjk û bîrî tevahîkî dê çawa bête guhertin..?
Her kesî rexne li PYD`ê dikir ku tu alî û partiyan napejirîne, lê îro we derdikeve hole, ku hinek ji ecnîdeyên nava Encûmanê, naxwazin rêza Encûmenê berferehtir bibe, naxwazin ku Encûmena Nîştimanî bibe hêzeke mezin ku nûneretiya piraniya gelê Kurd li Rojavayere Kurdistanê bike.
Ev şêwaz, dê karê Encûmenê gelek lawaz bike û bê rol bike, ji ber ku, ev bêtir ji 2 heyvane kongireya Qamîsloyê hatiye ragihandin, lê heya niha ti karekî piraktîkî cuda di astê siyasî, dîplomasî, locistîkî û birêxistina sîtema xwebixwerêvebirinê, nehatiye kirin.
Gelo ev dê çi demê bê kirin..?
Rêjîma Beşarê  xwînvewar û dîktetur gelek lawaz û li ber mirinê  ye, hindek maye ku rêjîmeke nû bê te ser desthilatê  û hîn jî, siyasetvanên me bihevdu ketine û proseyên mezin û yên girîng jî, ji rihmeta Biraderên Mislimanan re hêştine.

Ez ê dîsan bibêjim, gelo îro li Rojavayê Kurdistanê, rastî tên veşartin..?
Ez razî bim an nerazî bim, tu razî bê an nerazî be, bi dilê min be an jî na, bi dilê te be an jî na, ew rastiya mîna ronahiyê dê di esmana welatê rojê de bête vebriqandin.

Ango di Rojavayê Kurdistanê de, sê hêzan jî cemser hene, Encûmena Nîştimanî ya Kurd-Sûriye weku cemserekê heye, Tevgera Civaka Demokratîk bi PYD`ê û Civata Gel di nav livîna Rojavayê Kurdistanê de weku cemserekê hatiye naskirin û di Desteya Hemahengiya Nîştimanî Sûriyê de, him li hundir û him li derve yê Sûriyê de, di pileya duyemîn de ye.
Her weha Yekîtiya Hêzên Demokratîk yên Kurd-Sûriye ji 6 partiyan û rewşenbîr û kesayetiyên naskirî û rêxistinên sivîl pêk hatî mîna cemserekê ye û di Encûmena Nîştimanî Sûriyê de beşdar û endame û nûnerê Rewta Ayendeya Kurdî jî digel rêzdar Ebdulbasid Seyda, di komîteya bilind ya rêvebiriya Encûmena Nîştimanî ya Sûriê de ne.
 Yekîtiya Hêzên Demokratîk yên Kurd ku partiya şehîdê sembola şoreşa Sûriyê, nemir Meşal Temo ku yek ji endezyarê karnas yê bihêzkirina şorêşa Kurdî û Sûrî li Rojavayê Kurdistanê bû, gelo ew jî tê ji bîrkirin.!?
Ji bo ku siyasetvan û nivîskarên me yên di malperan de dinivîsin, pêwîst e wê rastiyê nas bikin û li gorî wê tevbigerin.
Ango ji îro û pê ve dibe ku em van sê hêzan di mêjkê xwe de bipejirînin. Pêwîst e êdî ew gotina ku tê gotin ku PYD`ê ne ji me ye, an ji tevgera Bakure..! Êdî bese, eger neyarên me dibin birayê hev, em çawa nabin birayê hev, eger PYD`ê ji tevgera Bakurê Kurdistanê be, gelo PDK`ê ya başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê ne ji tevgera Rojhilatê Kurdistanê bûn..? Çi cudabûn heye di navbera Amed, Hewlêr, Mihabad û Qamîşloyê de.
Lê eger PYD`ê ji tevgera Bakure, Partiya Demokrat ya baskê rêzdar Ebdulhekîm Beşar û Partiya Demokrat a Pêşverû ya rêzdar Ebdulhemîd Hac Derwîş jî, ji tevgera Başurê Welêt in.
Ev ne ti kêşeye, ji ber ku tevgera Bakur an jî Başûr her tevgerên netewî ya Kurdistanê ne, parêzvanên doza gelê me ne, rênîşanderên rastiya bizava Nîştimanî ya Kurdan e, ew her partiyek nêzî wan tevgeran be, cihê şanaziyê ye û nêzîkbûna partiyên me yên Rojavayê Kurdistanê ji tevgera Bakur an yê Başûr, baştire ji xwenêzîkirina ji rêjîmên neyar yên li dijî gelê me.

Ez bi hêvîme ku her sê  cemser li hevbicivin û jihevnêz bibin û di warê kirdarî de, mîna bira kar û xebatê bikin da ku bikaribin xwedî li erkên xwe yên nîştimanî derkevin.
Lê ev yek jî ji me hemûyan tê xwestin, di serî de, nivîskarên li ser malperan ku hewil bidin zimanê biratî û aştiyê di navbera hersê cemseran de zemînê xweş bikin da ku ji hev nêz bibin û nakokî û gotinên hevdu înkarkirin û bê beş kirin û her aliyek xwe bi mezin û xwedî cade bibîne, bila nemînin û biratiya rasteqîne bikin armanca yekîtiya rêzên netewî li Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê.

 
Rojnamevan: Hozan Xelîl Murşid Efrînî
10-1-2012
Başûrê Kurdisan






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر