F Yakoub : Tu pêta evîna minî‏

 
F Yakoub :


Tu pêta evîna minî
Tu agirê jiyana minî
Her û her li bîra minî
Ez memim tu zîna minî
Heta saxbim tu ya minîi

Dûrî te kirim fesadan
wa nezan û bê sewadan
Agirê dilê min dadan
Bom eware li qadan

Tu şêrîna dilê minî
Her û her li bîra minî
Ez memim tu zîna minî
Heta saxbim tu ya minî

Li ser te ez har û dînim
Wer carek ez te bibînim
Wek bilbil li ser te bixwînim
Êş û jana ji dil derînim

Tu şêrîna dilê minî
Her û her li bîra minî
Ez memim tu zîna minî
Hevala jiyana minî

Dixwazim ji te ra bêjim
Ne mest im ez ne gêjim
Rondika ji çavan di rêjim
Ji dil ticar te na vêjim

Tu şêrîna dilê minî
Her û her li bîra minî
Ez memim tu zîna minî
Heta saxbim tu ya minî




15-01-2012
F Yakoub
hyakoub@hotmail.com






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر