BEŞÊ KURD مباركة الفنان نظام الدين اريج (فقه تيران) للاتحاد اللليبرالي الكوردستاني - سوريا‏


kl:20,34 17|01|2012 Sawtalkurd
Partiya Liberal, tu bi xêr hati!

Her çiqas Kurdistana Sûriyê perçê welat ê herî piçûk be jî, li wir ji parçê mezin zêdetir partiyên siyasî henin. Ev partiyên me ne tenê bi navên xwe, ew her wisa bi bernameyên xwe ve jî dişibînin hevdu. Jixwe bingeha wan hemûyan jî ji partîyekê tê, ango koka wan yek e.
Ji ber ku ew evqas dişibînin hevdu, naxwazin bi ti awayî bi hevdu ra kar bikin. Di vî warê me a siyasî da kêmasiya partîyeke lîberal hebû, ev valahî jî niha bi avabûna vê partiyê tije bû. Ev jî nûjenîke baş e..
Partiya Lîberal a nû divê ne tenê bo dinyayê vekirî be, her wisa hewce ye ku ew pêşiyê berê xwe bizvirîne Kurdan û daxuyaniya xwe a yekemîn ne tenê bi Erebî, lê bi Kurmanciya latînî, her wisa bi Soranî û Zazakî jî pêşkêş bikira wê gelek baştir bûya. Ez vê kêmasiyê bi dostanî radigihînim û hêvîdar im ku hun wê bi zûtirkê serrast bikin..
Bi ya rastî her çiqas fikra lîberal ji ya komunîstî zêdetir nêzikî Kurdan be jî, lê belê her ji ber çi sedemî be jî ev raman ji me dûr maye. Ji ber kû ev Partiya Lîberal bi pêşketina Bihara Erebî ve wek tevgereke ciwanan derket qada siyasetê û ez hêza wê a bingehîn gelek girîng dibînim, dixwazim bala her kesî bikişînim ser wê.
Di vê dema ku li welatê me bêhêvîtî, kuştin û rewşeke tevlihev dimeşe û bi piranî jî hestên gelê me ên netewî li Bakûr û Başûr roj bi roj zêdetir tên asîmîle û dejenere kirin, hêvîdar im ku Partiya Lîbral bi ramaneke nûjen bo yekitiya me bi hemû partiyên Kurdan ra dostaniyê bike, ji bo tevkariyê bi hemû derfet û hêza xwe kar bike, vê perçê welatê me ji bo rojên dijwar xurttir bike û bibe navenda hêviya milletê me. Ji ber ku ez bi têgihîştî li ser armancên Lîberalan agahdar nînim, nikarim ji nihavde bikevim nav şiroveyek kûr û dirêj. Lê belê tevgera Lîberal a li dinyayê dîyar e û ez bi zanîn û tecrûbên ciwanên Kurd ên li Kurdsitana Suriyê bawer im. Ez hêvîdar im û bawer im, ev tevger ê valahîke girîng tije bike, bi Sûriyê ra bijî, lê tim li ser wê fikrê be ku ew parçeyek ji Kurdistana mezin e û ê bi vî awayî ji bo azadî, lihevhatin û federalîzmê bixebite û bi xizmet û fedekarî di pêvajoya rizgarbûna gelê me da roleke sereke bileyize. Bi vî awayî ez bi xêrhatina we dibêjim û serfiraziya we bi dil û can daxwaz dikim.
Hunermendê we Nizamettin Aric (Feqiyê Teyra) 2012 Almanya







أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر