Ehmedê Yûsif:
Vê sibê ji xewa xwe veciniqîm min got helbet bûyerin girîng çêbûne, du roj tenê mane ji sersalê re, tiştê ku hatiye bala min ewe
Vê sibê ji xewa xwe veciniqîm min got helbet bûyerin girîng çêbûne, du roj tenê mane ji sersalê re, tiştê ku hatiye bala min ewe
Vê sibê min çavên xwe li ser xwîna gelê xwe vekirin, li gundê Qilebanê yê bi ser Şirnexê ve, dîsa Erdoxanê kîmawî diranên hovîtiya xwe tûjkirin, û xwîna nêzîkî 50 gulên Kurd rijand, gelek ji wan tov û xuncebûn, zarokbûn. ma ti wateya vê tiştî heye ji bilî regezperestî û şofîniyeta Erdoxan û desthilatdara tirk? ji niha û pêve ezê bêjim û bi dengekî bilind : Belê eve Îslam û eve muslimantî, ji ber ku kesê dibêjê ez nûnertiya Îslamê dikim pêwîst e ancama karê ku dike di bin siya musilmantiyê de ragire ser stûyê xwe. Lewre bila ti kes nebêje: Na ne eve Îslam.
Eger em kîjan rûpelê a dîrokê vekin ji dema ku Osmanî hatine herêmê û ta bi roja hîro, emê pêrgî çîroka komkujiyekê werin, pêrgî welateke bi darvekirî werin, pêrgî wêrankirin û talankirinê werin, helbet Erdoxanê kîmawî jî kujerek ji nifşê kujeran e, û komkujiya Qilebanê diyarî kurda kir ku bi êş xatir ji îsal bixwazin û bi êş sala nû pêşwazî bikin.
Tiştê ku min dixwast bêjim ji kurdistaniyên me ên Rojava re, taybet kesên ku hêj guh didin derewên Erdoxan û rastiyan nabînin: rejîma Baas û AKP ger çiqas dijminê hevbin lê ku mijar Kurd be, herdû yek rû ne û yek sîstem in. Lewre bila em hişyarbin, û bila toza derewan çavên me kor neke.
Ehmedê Yûsif
29/12/2011
29/12/2011






