Helbestvan Ehmed Mistefa
Vê Sibehê tu bê dengî
Çima tu bê deng î delala min
... Çima tu bê deng î şêrîna min
Çima tu bê reng î sorgula min
Çima tu bê deng î rinda min
Ax çima çima jana cergê min
Vê Sibehê
Yara min a çav li xew
Nazik û rind û bedew
Rûken û lêv şekire ew
Bejina wê delale
lê çendî letîf û naze ew
Vê Sibehê
Delala min
Dil ji min bir
Can ji min bir
Serxoş kirim
Bi bejina
şepal û bilind
Dîn û har kirim
Bi dîtina wan sêvên
nerm û rind
Vê Sibehê
Vê Sibehê tu bê dengî
Çima tu bê deng î delala min
... Çima tu bê deng î şêrîna min
Çima tu bê reng î sorgula min
Çima tu bê deng î rinda min
Ax çima çima jana cergê min
Vê Sibehê
Yara min a çav li xew
Nazik û rind û bedew
Rûken û lêv şekire ew
Bejina wê delale
lê çendî letîf û naze ew
Vê Sibehê
Delala min
Dil ji min bir
Can ji min bir
Serxoş kirim
Bi bejina
şepal û bilind
Dîn û har kirim
Bi dîtina wan sêvên
nerm û rind
Vê Sibehê






