kl:13,00 31|12|2011 Sawtalkurd
Di rastiya felsefeya parastin û xwedî derketina mafên mirovan, pêwîst e her kes li bendên serke yên Danazan Gerdûnî Ya Mafên Mirovan vegere û li gorî wê livînê bike.
Bend 1
Hemû mirov azad û ji aliyê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiþ û wijdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkayî li hev bikin.
Bend 3
Jiyan, azadî û ewlehiya kesanî, mafê her mirovî ye.
Wek tê zanîn ku di roja 29-12-2011`an de ku li parêzgeha Şirnexê, di encama êrişên esmanî yên ji aliyê balafirên ceng yên Tirkiyeyê ve pêk hatine de, bi taybet li dijî herdu gundên (Roboskî û Bîcê) ya ser bi navçeya Qilabanê, 48 welatiyên sivîl yên Kurd jiyna xwe ji dest dane.
Ji bo ku em rastiya komkujiya ku li parêzgeha þirnaxê li gorî mafên mirovan binrxînin, dibe ku em hinek bendên Danazan Gerdûnî Ya Mafên Mirovan yê li jorê derbas bûne binirxînin û di encamê de, ji mirov re tê aþkire kirin ku bûyera Þirnaxê Komkujî ye û binpêkirina mafên mirovan e.
Kuştina sivîlan tawaneke mezin e û li dijî piransîpên danezana gerdûnî ya mafên mirovan e.
Ji bo wê komkujiyê, em wek Komeleya Kenedî-Kurdî ya mafên mirovan pir bi tundî şermezar dikin û ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz dikin ku lêkolîn û lêpirsîneke lezgîn derbarê wê komkujiyê de veke û li gor rastiyan kesên destên wan di wê bûyerê de, hebin bêne sizayekirin û bendên dadweriyê bêne bicîkirin da ku ew komkujî careke din dubare nebe.
Her weha di vê derbarê de, em ji tevahiya malbat u xwedanên şehîdên wê bûyerê re serxweşiyê dixwazin û sebir û qeyasê di dilê hemûyan de be, bila temenê dirêj ji zarok û endamên malbatên wan re be.
Ew hemû şehîd in, şehîdê peydakirina rizq û pajiyanî ji bo zarok û malbatên xwe ne, şehîdê rûmetê ne, şehîdê aşitiyê ne, ji ber ku kesên sivîl in û di navbera bakur û başûr
de hatûçûnê dikin da ku bijîn.
Komeleya Kenedî-Kurdî Ya Mafên Mirovan
Herêma Kurdistanê
30-12-2011
Herêma Kurdistanê
30-12-2011





