Hikumeta aliansê berî li hedefa FK digire

 Vrenabon Jessica Jansson med två av sina barn. Foto: Urban Hedqvist/Sveriges Radio
14|10|2011 Sawtalkurd .
Hedefa Kaseya Sigorteyê (Försäkringskassa) ku dê û bab, hingê hev îzna dêûbavtiyê bigirin di dema vê hikumatê de gavbigav hatiye rakirin. Ev li gor rojnameya netê Feministiskt Perspektiv e. Piştî sala 1974 an heta niha, dê û bab dikariyan îzna xwe hingê hev bihevre parve bikirana. Piştî vê qasê hedefa demdirêj ya sigortê ew bû ku dê û bab van rojan wek hev navbera xwe de dabeş bikin.
Lê li gor çavdêriya Feministikt Perspektivê hikumeta aliansê riya vê hedefa Kasaya Sigortê, bê deng guheztiye.
Berdevkê aboriya malbatê ji Kasaya sigortayê  Niklas Löfgren ji heman rojnameyê re dibêje ku hedefên wan berê zelal bûn him  ji bo guhertinên helwestan  û him jî ku bab bêtir li malde bimînin. Lê belê hedefa îro tenê dayîna agahdariyê ye.
Wezîra Wekheviyê Nyamko Sabuni ji  Partiya Gel, jî ji vê rojnamê re dibêje ku hedefa hikumetê jî wekhevî ye di derbarê izna dêûbavtiyê de. Lê belê ew naxwazin xal bi xal biryaran li ser jiyana dêûbaban jî bidin.



أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر