01|08|2011 Sawtalkurd .
Rêxistinên mafên mirovan didin zanîn ku bi kêmanî 142 kes di van du rojên derbasbûyî de hatinin kuştin, bêhtirînê wan li bajarê Hama. Nuha jî dengên rexnedar ji cîhanê bilind dibin. Amerîka, Ferensa, Îtalîya û Almanîya êrîşên leşkerî yên tund hember miletê sîvîl gunehbar dikin.
Texmîn henin jî ku rêjîma sûrî êrîşan xurt dike bo ku dijberîyê ber bi meha remedanê debêhêz bike.
Îtalîya ji encûmena ewleyî ya neteweyên yekgirtî dixwaze ku di zûtirîn dem de ser vê pirsê raweste. Tên daxwaz kirin jî ku baliyozên ewrûpî yên li Şamê îro bicivîn û rewşa li dar şîrove bikin.
Almanîya bi awayekî fermî ji encûmena ewleyî ya neteweyên yekgirtî dixwaze ku her îro bi xwe vê pirsê şîrove bikin. Tên payin jî ku yekîtîya ewrûpayê dê bojkot kirina hember Sûrîyê bêhtir bike û malên pênc sûrîyên din bicemidînin.
Hemwelatîyên sûrî li Swêdê rexneyan li bêdengîya Swêdê dikin di vî warî de, di heman demê de gef û tehdîd li sûrîyên li Swêdê dibin ji aliyê kesên alîgirê rêjîma Sûrî li Swêdê. Wezîrê karûbarê derve yê Swêdê Carl Bildt gunehbar kirina rêjîma Sûrîyê nuha gelekî giring dibîne:

- Danberhev bi rewşa Lîbyayê re, hem welatên ereban û hem jî neteweyën yekgirtî zêde bêdengin bo rewşa li Sürîyê. Ta nuha tên zanîn ku dora 1400 ta 1600 kesî ji dema serîhildan dest pê kiriye li Sûrîyê hatinin kuştin. Nuha gelekî giring ku welatên ereb û encûmena neteweyên yekgirtî bi zelalî rêjîma Sûrîyê gunehbar bike û dexteke navneteweyî hebe bo ku rewş bi pêş ve here.
Rewşa siyasî ya îro li Sûrîyê li dar e, hiştîye kurdên ku ta nuha ne bi yekdengî kar dikin nêzîkî hev bibin û dezgeheke yekdengî saz bikin.
Di hundirê welat de tevgereke bi vî awayî nav partîyên siyasî yên kurdî heye û li Swêdê jî doh, roja yekşem kurdên rojava yên li Swêdê dijîn civîya bûn di civîneke girtî de bo damazerandina komîteyeke yekdengî bo kurdên Sûrîyê bi tevayî û bi taybetî bo nûnerayetîya kurdên rojava li Swêdê. Bi partîyên siyasî, rêxistin û kesên çalak yên serbixwe.
Ji ber îro yekdengîya kurdan li Sûrîyê xala herî giring e, li gor Abdulbaset Seyda ji encûmena kurdên Sûrîyê li Swêdê, yê bi dîtina wî civîna yekşemî bi tevayî civîneke serketî bû. Ev civîn her bi însîstiyatîfa encûmena kurdên Sûrîyê li Swêdê û hem jî bi ya siyasetzan Omer Şêxmûs dest pê kir.
Li gor siyasetzan Omer Şêxmûs, di rewşa hazir de fursetek vebûye û di vê kurdên Sûrîyê vê baş bikar bînin. Û eger îro ne yekbin dê bizehmet be piştgîrîyê ji derve ve werbigirin.
Nêzîka 50 kesî amade bûn bo şîrove kirina form û awayê vê komîteyê. Li gor encûmena kurdên Sûrîyê li Swêdê hemû alî hatibûn dawe kirin bo civîna roja yekşemê li Stockholmê, lê dîsan ne hemû partî amade bûbûn, yek ji wan PYD e bû, Partiya yekîtîya demokrat.
Mirze Behrem, berdevkê PYD li Swêdê dibêje ku giring e pêşî partîyên siyasî bi hev re rûnên û li hev bikin beriya mirov gaveke bi pêştir de bavêje.
Dengekî din yên rexnedar di cîvîna yekşemê de ew bû ku yên sazkar giringî nedan bo rêxistinên ciwanan ku beşdarî vê civînê bibin. Brûsk Dîbo ji Sandviken dibêje ku înistiatifeke wan ya ciwanan heye û ew giring dibîn e ku ciwan di vê pêşketinê de beşdar bin.
Lê li gor Abdulbaset Seyda, her çawa be rê vekirîye bo hemû hêzên siyasî û çalakvanên dixwazin beşdar bibin di komîteya ku doh hate saz kirin de.