Encumena Neteweyî Kurdistanî - Sûriye

 alt
09|07|2011 Sawtalkurd .



Em di van rojên xwînî de, ku di ser welatê me re li Rojavayê Kurdistanê derbas dibin, supasiya xwe bo heme part û rêkxiraw
  û kesayetiyên kurdistanî, li Kurdistan û li derve, ewên ku piştvaniya xwe bo têkoşîna gelên Sûrî li hember zorbaziya rêcîma Beşar Esed anîne zimên, û di di serî Partî Demokratî Kurdistanî - Îran, ku ew jî li hember deselata xûnrêj a Komarî Îslamî Îran têkoşîna xwe ji zû ve dike û gelek qurbanî ta niha dane.


 Li Sûriye ta niha nêzîka 2000 mirov, hatîne kutin, bi hezaran birîndar û girtî hene. Deselata Esed tevî ku evqas xûnrêj e û dij bi mirovatiyê kar dike, dîsa jî heta niha nehatiye riswakirin, û hinek dewletên mezin ên wekî Rûsiya û Çîn, ji ber liştên xwe  yên aborî û diravî, tew ne amade ne bo hîç karekekî di UNO de dij  bi sîstema Esed. Îran jî bi hêzên xwe yên leşkerî, diravî, bangeşînî, û bi Pasdaran û Hîzbullahê xwe yê Lubnanî, piştvaniya vê sîstemê dike.
Em, weku Kurd li Rojavayê Kurdistanê, pêdivê piştvanî û destpêdayîna neteweya Kurd in, û em ji ber wê yekê careke dî supasiya wan hêz û kesan dikin, ku li aliyê gelên Sûrî yên zorkêş di van rojên xûnî de rawestiyane.

* Herbijî neteweya Kurd
* Binkevtin bo zorbaz û dagîrkeran
08.07.2011



Encumena Neteweyî Kurdistanî - Sûriye



أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر